WAN EKO-DER’ê kongreya xwe li dar xist

Parve bike:
WAN - Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê de hate gotin ku erdnîgariya Kurdistanê veguheriye qada şerê taybet. 
 
Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (WAN EKO-DER),  1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li avahiya komeleyê hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Kurt, diyar kir ku divê gelê Kurd ji bo ekolojiyê xebatên mezin bike. 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî anî ziman ku divê her kes piştgiriyê bide xebatên ekolojiyê û got: “Tu ferq û cudahî di navbera zîhniyeta li Rojava xwezayê talan dike û ya qeyûm de nîne. Ev zîhniyet; ji dîrokê heta niha jiyanê, jinê, dîrokê û xwezayê talan dike. Lê gelê me di ferqa vê de ye, li ber xwe dide û dê bi van nexape.” 
 
Piştre jî bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin Perîhan Sogukbulak û Erdogan Oduk weke hevserokên komeleyê hatin hilbijartin. 
 
‘LI KURDISTANÊ BÎRA ÇANDÎ TÊ TUNEKIRIN’ 
 
Piştî axaftinan, li ser navê rêveberiya komeleyê Perîhan Sogukbulak û Erdogan Oduk spasiya beşdaran kir. EOduk, got: “Em, ekolojiya civakî diparêzin. Xweza, qadeke hevpar a jiyana bi mirovan re ye. Heke xweza hebe mirov jî hene. Em, xwezayê weke qadekê mêtingeriyê nabînin. Ji salên 90’î heta niha her tim avên me bi polîtîkayên şerê taybet hatin qirêjîkirin, qadên daristanê û çandî yek bi yek hatin tunekirin. Li hêla din, bi çêkirina bendavan re li Kurdistanê bîra çandî hate tunekirin. Ev bendav, li dijî gel weke gefekê tên bikaranîn. Li hemû çiyayên Kurdistanê bi hezaran hektarên daran hatin birîn û şewitandin.”