Komên girêdayî Şamê bajarê Siwêdayê bombebaran kir
- Cîhan
- |
- 9 Sibat 2026 15:51
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Parêzvanên Niştimanî yên Siwêdayê, bi daxuyaniyeê ragihand ku komên girêdayî hikûmeta demkî rojavayê bajar bi 4 topên hewanê hedef girtine.
Hêzên Parêzvanên Niştimanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên hikûmeta demkî rojavayê bajêr bi 4 guleyên hewanan topbaran kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên behsa xeberê bi awayekî ketober qadên sivîlan kirin armanc û û got: “Ev êriş binpêkirineke xeternak e, jiyana sivîlan û ewlehiya wan dixe xetereyê.” Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ragihand ku dê di çarçoveya mîsyona xwe ya parastin şêniyan û rêgirtina li ber tevliheviyan de bersiva jêderên êrişan bidin.