Rozerîn Kalkan piştî 10 salan hate berdan
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2026 16:36
- |
ÎZMÎR - Rozerîn Kalkan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin, piştî 10 salan hate berdan.
Girtiya siyasî Rozerîn Kalkan ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 10 salan hate berdan. Rozerîn Kalkan, li pêşiya girtîgehê ji hêla endamên malbata xwe, EGE-TUHAYDER û gelek kesan ve bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin.
Rozerîn Kalkan, li pêşiya girtîgehê axivî û got: “Moralê hemû hevalên me pir baş e. Hemû hevalên me yên girtî ji gelê me yê li Rojava li ber xwe dide re silav şandin.”
ROZERÎN KALKAN KÎ YE?
Rozerîn Kalkan, di 11’ê Tebaxa sala 2016’an de li Mêrdînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. 9 rojan li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê hate ragirtin û rasetî îşkenceya zayendî û fîzîkî hat. Piştre jî sewqî dadgehê hate kirin û hate girtin. Rozerîn Kalkan, li Girtîgeha Tîpa E ya Nîgdeyê 11 mehan di hucreya yekkesî de hate ragirtin. Di Tîrmeha sala 2017’an de jî sewqa wê hate qebûlkirin û şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê. Rozerîn Kalkan, piştî 10 salan hate berdan.