Înan ê piştî 32 salan hate berdan li Êlihê bi girseyî hat pêşwazîkirin

Parve bike:

ÊLIH - Abdullah Înan ku piştî 32 salan ji Girtîgeha Şakranê hate berdan, li bajarê xwe Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin. 

 
Abdullah Înan ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 32 salan hate berdan. Înan, ji wir derbasî bajarê xwe Êlihê bû û bi girseyî hate pêşwazîkirin. Endam û rêveberên TUAY-DER’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li pêşwazîkirinê bûn. 
 
Hevserokê TUAY-DER’ê Hasan Arigtekîn li vir axivî û xwest ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan. 
 
Abdullah Înan jî anî ziman ku heke Kurd yekitiya xwe ava bikin dê bikarin her pirsgirêkeke xwe çareser bikin û ev tişt anî ziman: “Heke îro çanda me hebe, divê em xwedî li wê çandê derkevin. Heke em bikevin kêmasiyê û xwedî lê dernekevin, wê demê em ê li hemberî nifşên pêş bikevin şermê. Serok jî (Abdullah Ocalan) her tim behsa jinûveavakirinê dike. Heke em bi destên hev bigirin dê teqez bi ser kevin.” 
 
ABDULLAH ÎNAN KÎ YE?
 
Abdullah Înan, di sala 1994’an de li Sêrtê hate binçavkirin û di Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) de hate darizandin. Dadgehê cezayê muebbetê li Înan birî. Înan, di 32 salên girtîgehê de li gorî rêzê li girtîgehên Sêrt, Amed, Erzirom, Dîlok û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Şakranê ya Îzmîrê hate ragirtin.