Îtîraza li dijî girtina rojnameger Oruç hate redkirin

Parve bike:

ŞIRNEX - Îtîraza li dijî girtina nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç ku bi lêdanê hatibû binçavkirin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin, hate redkirin. 

Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Oruç, di 14’ê Çileyê de dema li Cizîr a Şirnexê nûçe dişopand, ji hêla polîsan ve hate derbkirin û piştre jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Oruç, 23 roj in li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin. Parêzerê Oruç, Resûl Temûr, li dijî girtina miwekîlê xwe îtîraz kir. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê îtîraz nirxand û îdia kir ku biryara girtinê xwe dispêre delîlên şênber û biryar di cih de dît. Dadgehê, îdia kir ku biryara girtinê li dijî hiqûqê nîne.