YPJ'ê serdana parêzgerê Hesekê Ehmed kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya YPJ'ê serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed kir.
 
Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed li nivîsgeha wî ya bajêr kir û erka wî pîroz kir.
 
Di serdanê de endamên Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn, Viyan Adar, berdevka YPJ'ê Rûksan Mihemed û hejmarek şervan hebûn.
 
Fermandariya YPJ'ê erka parêzgeriya Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed pîroz kir û diyar kir ku rola parêzgerê Hesekê di pêşxistina ewlehî û aramiyê de, ku xizmeta gelê herêmê dike û beşdarî xurtkirina aştiya sivîl dibe girîng e.
 
Parêzger jî ev spasiya wan ji bo vê serdanê kir û got hevkarî û tensîqa di nava tevahî sazî û aliyên eleqedar de girîng e ku aramî pêk were û ewlehî xurt bibe.