Diagne û Dimitrov beşdarî pêşbirka bilêvkirina Kurdî bûn
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2026 21:30
- |
AMED - Di navbera lîstikvanên Amedsporê Mbaye Diagne û Zdravko Dimitrov de pêşbirka bilêvkirina Kurdî hat lidarxistin û dîmenên rengîn derketin holê.
Lîstikvanên biyanî yên Amedsporê, Mbaye Diagne û Zdravko Dimitrov, beşdarî pêşbirka bilêvkirina peyvên Kurdî bûn û di pêşbirkê de dîmenên rengîn derketin holê. Moderatoriya pêşbirkê jî lîstikvanên tîmê Çekdar Orhan û Kahraman Demîrtaş kirin.
Amedsporê vîdyoya vê pêşbirkê li ser kanala xwe ya Youtubeyê parve kir û vîdyo di demekî kurt de eleqeyekî mezin dît.
Gelek kesan di bin vîdyoyê de şîrove kirin û diyar kirin ku wan bi kêfxweşî temaşe kiriye û vîdyo di hesabên medyaya dijîtal de jî pir hat parvekirin.