Ji bajarê Abdullah Ocalan bang kirin: Siyaseta înkarê têk çûye
RIHA - Li Rihayê komploya 15'ê Sibatê hate protestokirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di çalakiyê de got: "Siyaseta tunekirin û înkarê ya ku bi komploya 15'ê Sibatê dihat armanckirin, îro bi îradeya aştiyê ya rêzdar Ocalan têk çûye."
27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê wî Rihayê hat protestokirin. Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, girseya ku li Qada Topçu ya li navçeya Xelîliyê kom bû, bi pankarta “Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin! Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” dest bi meşê kir. Welatiyan roniyên telefonên xwe pêxistin û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” meşiyan.
'SIYASETA ÎNKARÊ BI ÎRADEYA RÊZDAR OCALAN TÊK ÇÛYE'
Girse heta ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan meşiya û li wir daxuyaniyek hate dayîn. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di daxuyaniyê de wiha got: “15’ê Sibata 1999’an ku ji aliyê gelê Kurd ve wekî ‘Roja Reş’ tê binavkirin, salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelan rêzdar Abdullah Ocalan e. Ev dîrok îro jî di navenda nîqaşên çareseriya demokratîk de ye û bandora wê li ser siyaseta Tirkiye û cîhanê berdewam dike.”
Ayşe Surucuyê destnîşan kir ku komploya navneteweyî li hemberî biryardariya çareseriyê ya Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bi awayekî dîrokî têk çûye û wiha axaftina berdewam kir: “Di vê pêvajoya krîtîk de, fikir û hêza çareseriyê ya rêzdar Ocalan fersenda herî mezin e ku pêşkêşî gelên me hatiye kirin.”
'BILA MAFÊ HÊVIYÊ BÊ SEPANDIN'
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku kesên komplo organîze kirin negihîştin armancên xwe û wiha got: "Xwestin têkoşîna azadî û rûmetê ya gelê Kurd tune bikin, lê ev têkoşîn li hemû cîhanê mezin dibe. Komployekî nû li Rojava hat ceribandin, lê ev komplo jî bi destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat têkbirin. Gelê Kurd êdî dixwaze gavên şênber bên avêtin. Divê ‘Mafê Hêviyê’ tavilê bê sepandin û mercên xebatê yên rêzdar Ocalan bên verastkirin.”