Rêveberê DEM Partiyê Aslan hate girtin

Parve bike:
RIHA - Rêveberê DEM Partiyê yê Rihayê Huseyîn Aslan, bi hinceta ku tev li çalakiyên li dijî êrişên ser Rojava bûye, hate girtin. 
 
Rêveberê rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê Huseyîn Aslan hate girtin. Aslan, bi hinceta ku di 8’ê Çileyê de li navçeya Pirsûsê tev li meşa ji bo Kobanê bûye, bangî îfadeyê hatibû kirin. Aslan ku ji bo îfadeyê çû dozgeriya Pirsûsê, bi îdiaya “li ber xwe daye û nehiştiye polîs karê xwe bikin”, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. Dadgeriyê, biryara girtinê da û Aslan şand Girtîgeha Tîpa T a Rihayê. 
Nûçeyên Têkildar
 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin
Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin

Girtiyên li Girtîgeha Dumluyê tên ragirtin diyar kirin ku ji bo wan ava vexwarinê nayê dabînkirin û ragihandin ku îtîrazên wan ên ji bo vê yeke jî nehatiye qebûlkirin.

Têkildarî pirsgirêkên girtiyên jin pêşnûmepirs da Meclisê
Têkildarî pirsgirêkên girtiyên jin pêşnûmepirs da Meclisê

Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, bi daxwaza lêkolînkirina pirsgirêkên girtiyên jin dijîn pêşnûmepirs da Meclisê.

Şaredarê Boluyê Ozcan ji peywirê hate dûrxistin
Şaredarê Boluyê Ozcan ji peywirê hate dûrxistin

Wezareta Karên Hundir, ragihand ku Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan ku der heqê wî de biryara girtinê hate dayin, ji peywira xwe hatiye dûrxistin.

Ece yê OHD'î: Divê li gor raporê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin
Ece yê OHD'î: Divê li gor raporê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin

Ji OHD'ê Vedat Ece diyar kir ku divê li gorî rapora ku Komîsyona Meclisê der barê girtiyên nexweş de amade kiriye, tedbîr bên girtin û got: "Ger Meclis lêkolînekê bike û li gorî vê pêşniyazê gavên bilez bavêje, ev yek dê tevkariyeke mezin pêvajoya aştiyê bike."

Ji bo Koç li pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayîn
Ji bo Koç li pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayîn

Ji bo Dîyar Koç ê ku di çalakiyên Rojava de hatibû îşkencekirin, li pêşberî Girtîgeha Sîncanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji bo binpêkirinên li nexweşxane û girtîgehê daxwaza lêpirsîne hate kirin.