Vegera li Efrînê dest pê dike: Ji ewil dê 400 malbat vegerin

Parve bike:
RIHA - Di çarçoveya lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, amadekariyên ji bo vegera bi ewle û plankirî ya efrîniyan temam bûn. Di qonaxa ewil de dê 400 malbat vegerin Efrînê. 
 
Kombenda Efrîn a Civakî, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê û nûnertiya civaka sivîl a Ewropayê li pêşiya avahiya Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya li bajarê Qamişlo derbarê vegera bi ewle ya koçberên Efrînê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêvberiya Kombenda Efrîn a Civakî Îbrahîm Heftaro ve hate dayîn. Îbrahîm Heftaro, diyar kir ku ew ji dema destpêkirina koçberiyê heta niha, ji bo vegera bi ewle di nava liv û tevgerê de bûn.
 
‘VEGER ÎRO DEST PÊ DIKE’ 
 
Îbrahîm Heftaro, da zanîn ku piştî ku peymana 29’ê Çileyê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Suriyeyê de hat îmzekirin, wan jî li gorî xala peymanê ya têkildarî vegera koçberan, dest bi amadekariyan kiriye û îro (16 Sibata 2026) radigihînin ku ewê dest bi şandina koçberên Efrînê bikin.
 
‘JI BO PIRSGIRÊK DERNEKEVIN EM BEŞ BI BEŞ DIŞÎNIN’ 
 
Bi domdarî Îbrahîm Heftaro destnîşan kir ku beriya destpêkirina vê pêvajoyê civînên wan bi Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê re çêbûne. Îbrahîm Heftaro, got: “Em dixwazin bi hezaran xelkê xwe bişînin Efrînê, lê ji ber rewşa hewayê û ji bo ku xelk rastî zehmetiyan neyên, em ê pêvajoya vegerê beş bi beş pêk bînin. Em ê vegera bi ewle, bi hevkariyeka hevbeş a hikumeta Şamê û NY’ê re pêk bînin. Em bi hêvî ne ev pêvajo bi temamî pêk were.”
 
‘JI EWIL DÊ 400-500 MALBAT BÊN ŞANDIN’
 
Îbrahîm Heftaro da zanîn ku wê wekî beşa yekemîn nêzî 400-500 malbat ji bo vegerê werin şandin, lê dema vegerê hîn nehatiye diyarkirin ew ê di demeke nêz de pêk were.
 
Li ser navê nûnertiya civaka sivîl a Ewropayê Hêmen Qirdaxî ku ew jî beşeke ji hevkariya vegera bi ewle ye jî axivî û diyar kir ku wan jî ev 2 hefteye dest bi amadekariyan kiriye û ev agahî dan: “Dê 150 malbatên ji navçeya Cindirêsê, 150 malbat ji navçeya Mabata û 100 jî ji navçeya Şiyê vegerin.”
Nûçeyên Têkildar
Mehmûd Xelîl: Xelkê Efrînê gihişt zeytûnên xwe
Mehmûd Xelîl: Xelkê Efrînê gihişt zeytûnên xwe

Fermandare Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl, anî ziman ku welatiyên Efrînê piştî bi salan gihiştine baxçeyên xwe yên zeytûnan.

Piştî 8 salan gihiştin cih û warê xwe
Piştî 8 salan gihiştin cih û warê xwe

Welatiyên Efrînê yên bi darê zorê ji cih û warê xwe hatibûn koçberkirin, piştî 8 salan vegeriyan ser xaka xwe.

400 malbatên Efrînî ber bi warê xwe ve bi rê ketin
400 malbatên Efrînî ber bi warê xwe ve bi rê ketin

400 malbatên Efrînî yên ji ber êrişên Tirkiyeyê ji neçarî koçeber bûn, di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê de ber bi warê xwe ve bi rê ketin.

Li Rojava piştî Peymana 29’ê Çileyê çi gav hatin avêtin?
Li Rojava piştî Peymana 29’ê Çileyê çi gav hatin avêtin?

Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku Peymana 29’ê Çileyê hêj tam bandor li qadê nekiriye û got: “Hinek gavên ewlehî, îdarî û teknîkî hatine avêtin lê ji ber nêzikatiya hikûmeta demkî, pêvajoya entegrasyonê temam nebûye.”

HTŞ’ê 74 gundên Kobanê talan kir
HTŞ’ê 74 gundên Kobanê talan kir

Komên girêdayî HTŞ’ê yên xwe ji 74 gundên Kobanê vekişandin, li van gundan talan û dizî kir.