ERZIROM -Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê ku bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hejmar a Dûmlûyê got: "Divê îdiayên gef, zext û muameleya xerab li girtîgehê bi bandor û serbixwe werin lêkolînkirin."
Komîsyona Girtîgehan a OHD a Amedê li ber Girtîgeha Dumlu Hejmar 2 ya Erziromê der barê muameleya xerab, tecrîd û binpêkirinên mafên mirovan de daxuyaniyek da. Xizmên girtiyan, parêzer û endamên meclisê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de îşaret zext û binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Dumlu Hejmar 2'yan hat kirin û wiha hat goin: "Divê îdiayên gef, zext û muameleya xerab li girtîgehê bi bandor û serbixwe werin lêkolînkirin."
Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Hevgirtinê ya bi Malbatên Girtiyan û Mehkûman re Pinar Sakik Tekînê diyar kir ku pêkanînên li girtîgehê ne bûyerên takekesî ne, sîstematîk in û xwest ku dawî li pêkanînên ku hiqûqê û mafên mirovan binpê dikin were anîn.
Parlamanterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dindar diyar kir ku wan bi girtiyan û rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kiriye û got ku divê rêveberî li gorî hiqûqê tevbigerin.
Endamê komîsyonê Suleyman Zaman li ser navê komîsyonê axivî û diyar kir ku tecrîd li girtîgehê tê zêdekirin, têkiliyên civakî tên astengkirin û cezayên dîsîplînê yên keyfî berbelav dibin. Tê gotin ku demên werzîşê yên li derve tên kêmkirin, çalakiyên civakî û werzşî tên sînordarkirin, lêgerînên rûmetşikên tên kirin û gihîştina tenduristiyê tê derengxistin. Zaman diyar kir ku serlêdanên wan bêencam mane û ragihand ku hin girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku mafê tenduristiyê bê garantîkirin, sînorkirinên li ser ragihandin û serdanên malbatê bên rakirin, çalakiyên civakî ji nû ve bên destpêkirin, cezayên dîsîplînê yên keyfî bên rawestandin û îdiayên gef, zext û muameleya xerab li girtîgehê bi bandor û serbixwe bên lêkolînkiri