Karkerên tekstîlê ku bi berxwedanê 8'ê Adarê pêşwazî dikirn: Heya dengê me neyê bihîstin em ê li vir bin

Parve bike:
ÎZMÎR - Jinên karker ên Digel Tekstîlê ku 414 roj in li ber kargehê ji bo mafên xwe yên sendîkayî li ber xwe didin, gotin: "Em dixwazin bi rûmet û şeref bijîn û bixebitin. Divê em ji vê rewşê re bêjin na. Heta ku dengê me neyê bihîstin, em naçin tu cihî." 
 
Çalakiya karkerên li Kargeha Tekstîlê ya Digel li Herêma Egeyê ya li navçeya Gaziemir a Îzmîrê, ji bo mafên xwe yên sendîkayî, ketiye roja xwe ya 414'an. Karker ku piraniya wan jin in, bi mehan e xwepêşandanên xwe didomînin û daxwaza naskirina mafên xwe yên sendîkayî, vegerandina karkerên ji kar hatine avêtin û peymana kar a giştî dikin. Jinên karker bi berxwedanê pêşwazîya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin.
 
Em bi karkerên tekstîlê re li ser têkoşîna wan û 8'ê Adarê axivîn.
 
‘JIN PÊŞEROJA WELATEKÎ NE'
 
Karker Nurdan Kiliçê diyar kir ku berxwedana 169 sal berê hîn jî berdewam dike nîşan dide ku tiştek neguheriye û got: "Divê em ji bo wekhevî û edaletê têbikoşin. Jin pêşeroja welatekî ne. Ji ber ku em jin in, dema ku em dixebitin zexteke mezintir li ser me çêdibe û em bêdeng dimînin da ku yên li dora me nebihîzin. Lê divê em bêdeng nemînin. Divê em maf û hebûna xwe biparêzin. Divê em hêza xwe bizanibin da ku em bikaribin têbikoşin. Ez dizanim ku divê em di tu warî de bêdeng nemînin. Divê em mafên xwe biparêzin. Divê jin û mêr di her warî de wekhev bin. Divê jin neyên bêdengkirin an kuştin. Ez Roja Jinan li hemû jinan pîroz dikim. Divê em hêza xwe bizanibin û ji bo wekhevî û edaletê werin cem hev. Pêşeroja welatekî bi jinan ve girêdayî ye."
 
Tûgba Dînçelê diyar kir ku ji bo kêmkirina zilm û zordariya li ser jinan li cihê kar tedbîrên astengkirinê hewce ne û got ku heya ku ev tedbîr neyên bicîhanîn rewş naguhere. Tûgba Dinçelê tekez kir ku piraniya karkerên tekstîlê jin in û got: "Ji sedî 80-85'ê karkerên tekstîlê jin in. Ew rastî mobbîng, zext û tacîzê tên. Ew siyasetek xirab û zilmê li jinan dikin. 8'ê Adarê tê wateya jinan. Pêşeroja welatekî jin in ji ber ku ew in yên ku nifşekî nû tînin dinyayê û ew in yên ku perwerdehiya yekem didin zarokan. Piştî ku neh mehan zarokekî/ê di zikê xwe de hildigirin, ew di qonaxa perwerdehîyê de jî amade ne. Kesê ku nifşekî mezin dike jin e. Ez hêvî dikim ku jin vê hêzê fêm bikin. Ew bêsebeb nabêjin 'hêz di yekîtîyê de ye'. Ger jin bibin yek, tiştek tune ku ew nikaribin bikin. Ger jinek bikene, cîhan jî dikene; ger jinek bikene, her kes dikene."
 
XEBATEKE MIROVANE
 
Şengul Ozturkê ku got ew du sal in li Digel Tekstil dixebite, diyar kir ku ew ji ber ku mafên xwe dixwwazin ji kar hatine avêtin. Şengul Ozturk tekez kir ku keda jinan tê paşguhkirin û got: "Me fêm kir ku divê em ji vê re bêjin 'raweste'. Ez dikarim bêjim ku ev bi salan e îstismarek berdewam e. Me ev rê da destpêkirin da ku keçên me, zarokên me, xwişkên me tiştên ku me jiyane nejîn. Em dixwazin bi awayekî mirovî û bi rûmet bijîn. Em dixwazin bêyî ku zext, mobbing û tacîzê li me were kirin, bi awayekî mirovî bixebitin. 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, 150 sal berê bi berxwedana jinên tekstîlê hat ragihandin. 150 sal derbas bûn, lê berxwedan û têkoşîn hîn jî berdewam dike. Daxwaz hîn jî eynî ne. Ez difikirim ku tiştê ku di 8'ê Adarê de qewimî bi rastî hatiye veşartin û heta îro hatiye domandin. Yên ku wê demê qîrîna jinên îstismarkirî nebihîstin, îro jî nabihîzin. Lê em hatine ku vê qîrîna bêdeng biqîrin, da ku em piştrast bin ku her kes wê bibihîze. Heta ku dengê me neyê bihîstin, niyeta me tune ku em biçin tu derê. Ji sedî 85'ê kargeha me ji jinan pêk tê. Lê piraniya rêveberiya şirketê mêr in."