Li Kobanê 3 kes hatin revandin
- Rojane
- |
- 7 Adar 2026 11:09
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - 3 kesên ku ji gundê Cexer ê Kobanê hatin revandin, aqûbeta wan nayê zanîn. Malbatan ji bo zelalkirina bûyerê bang kirin.
Hat ragihandin ku li gundê Cexer ê Kobanê 3 kes hatine revandinç Li gor nûçeya ANHA'yê, 4'ê Adarê saet nêzî 17.00'an 3 kes ji gundê Cexer ê li başûrê rojhilatê bajarê Kobanê û başûrê rêya M4, hatin revandin. Navên kên hatine revandin wiha ne: Îsamîl Mihemed Hec Berkel (55), Selman Mistefa Hec Berkel (45) û Salih Mihemed Hec Berkel (38).
Hat ragihandin ku kesên ku her sê kes revandin, xwe wekî hêzên ewlehiya giştî pênase kirine û her sê kes birine cihekî nediyar û heya niha agahî ji wan nehatiye girtin.
Malbatên, bang li aliyên têkildar kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Her wiha bang li saziyên çapemeniyê û yên hiqûqî jî kirin ku doza kesên revandî bişopînin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê de, 2'yê Adarê ji derdora bajarê Kobanê vekişiyabû baregehê xwe. Di 5'ê Adarê de komên hikumetê demkî jî vekişiyabûn. Beriya ku komên hikumeta demkî ji gundewarên Kobanê vekişin, 74 gund talan kiribûn.