Îsraîl êrişî Beyrûtê dike
- Rojhilata Navîn
- |
- 10 Adar 2026 18:34
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê, êrişî ser herêma Dahiyeya ya girêdayî paytexta Lubnanê Beyrûtê kir.
Artêşa Îsraîlê, piştî gef li gel xwar ku malên xwe biterikînin, êrişekî asmanî li ser herêma Dahiyeyê ya Beyrûtê pêk anî. Piştî êrişê dengê teqînan hat bihîstin û dûman ji herêmê bilind bû. Ajansa fermî ya Lubnanê NNA’yê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişî taxa Camusê ya li Dahiyeyê kiriye. Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku wan êrişî binesaziya Hizbullahê û êrişî Beyrûtê kiriye.
Artêşa Îsraîlê berê jî ji bo gelek taxên herêma Dahiyeyê ku wekî navenda Hizbullahê tê naskirin, gefa êrişê xwaribû.
ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya 2’yê Adarê de hatibû diyarkirin ku piştî tespîtkirina moşekên ji Lubnanê hatine avêtin, li bakurê welat alarmê lê dabû. Artêşa Îsraîlê ragihand ku li seranserê Lubnanê êrîşên asmanî dane destpêkirin û paytext Lubanên Beyrût kirine armanc û artêşê li Lubnanê biryara berfirehkirina dagirkeriya bejayî dabû. Îsraîl li ser Lubnanê ji hewa û deryayê ve êrişan pêk tîne.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku ji 2’yê Adarê û vir ve, di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hejmara miriyan derketiye 486'an û hejmara birîndaran jî derketiye 1313'yan.