Aldar Xelîl: Banga Abdullah Ocalan herêm ji aloziyê rizgar kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kir ku banga Abdullah Ocalan herêm ji aloziyê û şer rizgar kir.

 
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî û leşkerî li herêmê bi amadebûna hejmarek ji şêniyên bajêr, nûnerên ji saziyên sivîl, meclisên xwecihî, tevgerên ciwan û jinan, nûnerên ji partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, nivîskar û rewşenban civînek li dar xist. Civîn li hola Îvan a gundê Ezîziyê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê hat lidarxistin.
 
Di civînê de endamê Desteya Serokatiya PYDˊê Aldar Xelîl pêşdeçûnên siyasî li herêmê, rêya tevgerê ji destpêkirina Şoreşa Rojava ya 19ˊê Tîrmeha 2012ˊyan nirxand. Xelîl destnîşan kir ku PYDˊê xwe spartina metoda neteweya demokratîk û xebat ji bo avakirina pergaleke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da meşandin.
 
Xelîl behsa pêvajoya aloziya li herêmê kir û diyar kir ku Rojhilata Navîn di nava hevrikiya projeyên siyasî û herêmî de bû. Xelîl got hêzên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl da xwe bispêre rêveçûna li ser jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan û xebata li ser avakirina modeleke îdarî ya li ser hevbeşiyê de.
 
 
Xelîl îşaret bi roja ku hêzên herêmê di rûbirûbûna çeteyên DAIŞˊê de lîst kir û da zanîn ku vê qonaxê xaleke girîng di rêya herêmê ya siyasî û leşkerî de ava kir.
 
'HERÊM DI QONAXEKE NÛ YA ALOZIYAN RE DERBAS DIBE'
 
Der barê pêşdeçûnên lez ên li Rojhilata Navîn de Xelîl da zanîn ku herêmê di qonaxeke nû ya nakokî û aloziyan re derbas dibe û got banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herêm ji aloziyê û şeran rizgar kir.
 
Xelîl anî ziman ku hêzên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin di diyalog, bicihanîna lihevkirin û peymanan de bi aliyên din re dewam bikin û parastina îstîqrara herêmê bikin.
 
Ev civîn, di çarçoveya rêzeçalakiyên hevdîtinên hêzên siyasî û civakî li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tên.