ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Parve bike:
* Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (OHD) Mehmet Oner, diyar kir ku eger Tirkiye der barê "mafê hêviyê" de sererastkirinan neke, divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê "nexşerêyekê ji bo cezayan" amade bike.
 
* Hevseroka MED-TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekînê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û got: "Ger em bi rastî aştî, demokrasî, aramî û edaletê dixwazin, divê em ji girtîgehan dest pê bikin."
 
* Jinên ku bertek nîşanî gotinên nijadperest û zayendperest ên Rehmî Koç dan, diyar kirin ku ew "lêborîna" wî qebûl nakin û gotin: "Ji vê yekê em fêm dikin ku paradîgmaya Rêbertiyê çiqas girîng e. Ger em naxwazin kesên mîna Rehmî Koç di civaka me de bi bandor bin, divê em bi hemû hêza xwe ve girêdayî paradîgmayê bin."
 
* Nûnerên civakên Belûç û Lor ku der barê  konferansa "Bi Hev re Avakirina Îraneke Demokratîk" de axivîn, diyar kirin ku guhertin li Îranê tenê bi hevkariya hemû beşên civakê mimkun e.
 
* ÎHD, dê der barê rewşa Seda Baykanê a li Girtîgeha Jinan a Amedê li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ye, daxuyaniyê bide. (12.30)
 
* Dê li gelek bajaran giliyê Rahmî Koç bi zimanekî nijadperest û zayendparast jinên Kurd hedef girtin, bê kirin. (13.00)