NAVENDA NÛÇEYAN- Nûnerên civakên Belûç û Lor ku der barê konferansa "Bi Hev re Avakirina Îraneke Demokratîk" de axivîn, diyar kirin ku guhertin li Îranê tenê bi hevkariya hemû beşên civakê mimkun e.
Di 11'ê Hezîranê de, dê li Parlamentoya Ewropayê li Brukselê, konferansek bi navê "Bi Hev re Avakirina Îraneke Demokratîk" bi beşdariyeke berfireh ji komên muxalefeta Îranê bê lidarxistin. Konferans dê ji çar rûniştinan pêk were. Beşdar dê PJAK, KDP-Î, Azadî, Partiya Gelê Belûçistanê, Partiya Yekîtiya Bextiyarî (Luristan, Kohgiluyeh û Boyer Ahmed), Tevgera Têkoşîna Erebî ya Ehwazê û her wiha gelek partî û rêxistinên din bin. Endama Komîteya Navendî ya Partiya Gelê Belûçistanê Ferîba Borhanzehî û Sekreterê Partiya Yekîtiya Bextiyarî Feramaz Bextîyar ji ajansa me re li ser konferansê axivîn.
'PAŞEROJ TENÊ DIKARE LI SER WEKHEVÎYÊ BÊ AVAKIRIN'
Farîba Borhanzehiyê diyar kir ku wekî partî ew Îraneke demokratîk û wekhev xeyal dikin û got: "Em bawer dikin ku gelê Belûçistanê, mîna netewe û civakên din ên li Îranê dijîn, divê mafê xwebirêvebirinê, beşdariya siyasî ya rastîn û mafên wekhev hebe. Em bawer dikin ku divê tu neteweyek li ser neteweyeke din serdest nebe û pêşerojeke domdar tenê dikare li ser bingeha wekhevî, rêzgirtina hevbeş û beşdariya azad a hemû mirovan bê avakirin."
Ferîba Borhanzehiyê destnîşan kir ku Îran bi gelek qeyranan re rû bi rû ye û çareserî di hewldanên hevbeş de ye û got: "Dehên salan zilm, cudakarî û înkarkirina mafên mirovan bûne sedema têkçûna baweriyê û cudahiyên kûr di navbera hikûmet û civakê de. Armanca vê konferansê ew e ku qadeke ji bo diyalogê biafirîne, guh bide perspektîfên cuda û di navbera hêzên alîgirê demokrasiyê de xalên hevpar bibîne. Em bawer dikin ku tu komek bi tena serê xwe nikare pêşeroja Îranê ava bike. Pêşerojeke demokratîk tenê wê demê mimkun e ku netewe, kêmneteweyên olî, jin, ciwan û hemû hêzên siyasî yên alîgirê azadiyê dikarin li ser bingeheke wekhev li ser pêşeroja welêt nîqaş bikin û rojeveke hevpar parve bikin."
Farîba Borhanzehiyê diyar kir ku di konferansê de dê komên ji nêrînên siyasî yên cuda hebin û got: "Demokrasî tê vê wateyê ku mirov dikarin xwedî nêrînên cuda bin. Tiştê ku me dike yek, dijberiya zordariyê, parastina mafên mirovan, dijberiya darvekirin û tepeserkirinê, baweriya bi mafê diyarkirina çarenûsa mirovan û hewldana ji bo avakirina pergaleke demokratîk e. Dibe ku em li ser hin hûrguliyên pêşerojê li hev nekin, lê em rêgeza ku divê mirov bi rêbazên demokratîk pêşeroja xwe bi azadî diyar bikin parve dikin."
'GAVÊN YEKEM BER BI HEVKARIYÊ VE'
Farîba Borhanzehiyê diyar kir ku konferans bi tena serê xwe pirsgirêkan çareser nake û got: "Konferans dikare bibe gavek ber bi pêşxistina têgihîştin û hevkariyê ve. Gelên ku li Belûçistan, Kurdistan û Xuzistanê (ku wekî herêma Erebî ya Îranê jî tê zanîn) dijîn, ji serdema Qacar û salên destpêkê yên rejîma Pehlewî ve bi curbicur zilm û neheqiyê re rû bi rû mane. Ger hêzên alîgirê demokrasiyê li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û qebûlkirina mafên hevdu hevkariyê bikin, îhtîmala tevgereke berfireh ji bo azadî û demokrasiyê dê xurt bibe. Armanca me ne afirandina hêviyeke derewîn e; armanca me pêşxistina diyalog, bawerî û hevkariyê ye ji bo avakirina pêşerojeke çêtir."
Farîba Borhanzehiyê anî ziman ku çareserî ji bo Îranê di nenavendîkirina desthilatdariyê û qebûlkirina wekheviya qanûnî û cihêrengiya neteweyî, çandî û olî de ye û got: "Heta ku desthilatdariya siyasî û aborî di destê navendeke sînordar de bimîne û mafên civakên cuda werin paşguhkirin, krîz dê berdewam bikin. Em bawer dikin ku divê avaniyek were afirandin ku hemû herêm karibin roleke rastîn di xwerêveberiyê de bilîzin û mafên wan ji hêla qanûn û saziyên demokratîk ve werin garantîkirin."
'PAŞEROJEKE ÇAWA?'
Farîba Borhanzehiyê bal kişand ser geşbîniya xwe ya li ser pêşeroja welêt û got: "Em pêşerojekê xeyal dikin ku tu kes ji ber nasname, ziman, ol, zayend an baweriyên xwe yên siyasî neyê cudakarîkirin; ku girtîgeh ji girtiyên siyasî bêpar bin; ku darvekirin ji hêla dewletê ve wekî amûrek ji bo afirandina terorê neyê bikaranîn; û ku mirov karibin bi azadî nûnerên xwe hilbijêrin. Em Îranek dixwazin ku azadî, edalet, pêşveçûn, rêzgirtina mafên mirovan û jiyana aştiyane di navbera hemû netewe û civakên ku li welêt dijîn de serdest be."
'TU NETEW NIKRE BI TENA SERÊ XWE PAŞEROJEKE ÇÊTIR AVA BIKE'
Farîba Borhanzehiyê girîngiya hevkariyê bi bîr xist û got: "Tu netew, tu komeke civakî nikare bi tena serê xwe pêşerojeke çêtir ava bike. Em hewceyê diyalog, hevkariyê û qebûlkirina hevbeş in. Demokrasî dema ku hemû mirov hîs bikin ku di pêşeroja welêt de xwedî gotin in û rêz li mafên wan tê girtin, bi ser dikeve. Em destê hevkariyê dirêjî hemû hêzên ku ji azadî, demokrasiyê hez dikin û mafên mirovan diparêzin dikin û em bawer dikin ku pêşerojeke çêtir tenê bi beşdarbûn û hevgirtinê dikare bê avakirin."
'AVAKIRINA FEDERATÎF DÊ PIRSGRÊKAN ÇARESER BIKE'
Sekreterê Partiya Yekîtîya Bextîyarî Feramaz Bextîyar jî diyar kir ku ew ji bo Îraneke federal û laîk têdikoşin û got: "Armanca organîzekirina vê konferansê ew e ku di navbera beşên cuda yên opozîsyonê de hevgirtineke xurttir çêbibe, alternatîfeke demokratîk û piralî were afirandin û ew bi raya giştî ya navneteweyî were nasandin."
Bextîyar, girîngiya pêşxistina têkoşîna hem li hundir û hem jî li derveyî welêt ji bo xilasbûna ji avaniya dîktatorî ya rejîmê teqez kir û wiha domand: "Hêmana ku me hemûyan dike yek, yekîtîya li ser bingeha xalên hevpar ên herî kêm e. Armancên me yên hevpar mafên mirovan, beşdariya siyasî ya gelan, naskirina ziman û çandên cuda li Îranê û parvekirina dadperwer a hêz û dewlemendiyê di navbera hemû gelan de ne. Armanca me ew e ku bawerî û têgihîştina hevbeş pêş bixin, bi vî rengî zemîneke hevpar ji bo têkoşîna li dijî despotîzma olî ya heyî biafirînin.
Ez hêvî dikim ku em karibin dawî li bêhêvîtiyê bînin û şert û mercên nû ji bo têkoşînê biafirînin. Ev tê wateya naskirin û rêzgirtina hemû mezheban; ne tenê qebûlkirina yek mezhebê fermî ye. Divê hemû mezheb bi fermî werin naskirin û divê destwerdana siyasetê nekin. Ez pêşerojê pir erênî dibînim. Ji ber ku cîhan ber bi demokrasiyê ve diçe û welatên Rojhilata Navînê jî divê ji van pêşketinan sûd wergirin û gavên ber bi afirandina civakên demokratîk û laîk ve bavêjin.”
MA / Berîvan Kûtlû