Xebat Andok: Dewlet konjonkturê şaş dinirxîne

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir ku Tirkiye konjonkturê şaş dinirxîne û got: “Stratejiya bingehîn a di çarçoveya "Projeya Mezin a Rojhilata Navîn" de, li ser navê pergala modernîteya kapîtalîst, avakirina hegemonyaya Îsraîlê ye. Şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hê jî di meriyetê de ye.”

 
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok ji ANF'ê re axivî û îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve weke sembola guherîneke stratejî nirxand.
 
Bi rastî jî çalakiya 11’ê Tîrmeha 2025’an, di dîroka têkoşîna me de xwedî roleke pir girîng e. Di dîroka têkoşîna tevgerekê de qonaxên bi vî rengî kêm çêdibin; ji ber ku ev gav rasterast bi guhertina stratejiyê ve girêdayî ye û wekî çalakiya sembolîk a vê guhertina stratejîk tê qebûlkirin. Wekî tê zanîn, stratejî rê û rêbaza ku tu hewl didî xwe pê bigihînî armanca xwe ye. Armanca me ya sereke çi bû? Çareserkirina pirsgirêkên hebûnî û azadiya gelê Kurd bû. Li gorî konjonktura wê demê, xwendina sosyalîzmê, zîhniyet û rewşa dewleta Tirk a wê serdemê, me ji xwe re şerê rizgariya neteweyî esas girtibû ku rêbaza wê jî şerê gerîla bû. Bi vê rê û rêbazê me hewl da ku em xwe bigihînin armanca xwe. Lê belê bi demê re guhertin û veguhertinên mezin çêbûn û di encamê de me stratejiya xwe guhert. Ev çalakiya 11’ê Tîrmeha 2025’an jî nîşaneya sembolîk a vê guhertina stratejîk bû.
 
Bêguman ev yek ji nişka ve pêk nehat. Ev gav xwe dispêre bangawaziya dîrokî ya Rêbertiya me ya di 27’ê Sibata 2025’an de. Li ser esasê wê bangê, em ber bi guhertinên berfireh ve çûn. Di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de Kongreya 12’emîn a PKK’ê hat lidarxistin û tê de biryarên pir girîng hatin dayîn. Li gorî biryarên kongreyê, PKK’ê xwe fesix kir, stratejiya xwe guhert û siyaseta demokratîk ji xwe re esas girt. Paşê, di 9’ê Tîrmeha 2025’an de Rêbertiya me ji bo danîna çekan bangawaziyeke din kir. Me jî xwe spart banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê; li ser vê bingehê di 11’ê Tîrmehê de merasîma çekdanînê hat lidarxistin. Bi vî rengî me nîşan da ku em di guhertin û veguhertina stratejîk de çiqas bi îddîa û israr in. Me biryareke stratejîk girtiye û êdî em dixwazin ji niha û pê de bi rêya siyaseta demokratîk têkoşîna xwe bimeşînin, her weiha pirsgirêkên hebûnî û azadiyê yên gelê Kurd û civakê bi vî rengî çareser bikin. Me ev îrade bi her awayî nîşan da. Ji ber vê yekê, ev gav di dîroka têkoşîna me de çalakiyeke dîrokî ye. 
 
Bêguman em tenê bi vê çalakiyê re sînor neman. Weke ku tê zanîn, di payîza 2025’an de me biryareke din a dîrokî û temamker girt. Li ser vê bingehê, me hêzên xwe yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vekişandin û ev biryar bi daxuyaniyeke fermî ji raya giştî re hate ragihandin. Her wiha li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê, ji bo ku rewşeke neyînî pêk neyê û bandor li pêvajoya heyî neke, me hêzên xwe ji hin eniyên ku rîska şer lê hebû jî kişandin û ew li qadên cuda bi cih kirin. 
 
Piştî van pêngavan, pirsa herî mezin ev e: Gelo dewleta Tirk çi guhertin kirin û kîjan gav avêtin? Wekî tê zanîn, piştî çalakiya 11’ê Tîrmehê, komîsyonek li Meclîsa Tirkiyeyê hat avakirin. Ji bilî çend partiyên nijadperest, piraniya partiyên siyasî tevlî vê komîsyonê bûn. Hemû partiyên tê de cih girtin nêrînên xwe anîn ziman, xwe îfade kirin û nîqaşên berfireh kirin. Di wê navberê de, wekî nûnerên partiyan şandeyeke ji 3 kesan pêkhatî çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anî. Di encama van xebatan de raporek jî hat amadekirin. Lê belê, ji wê demê heta roja me ya îro, her kes hişyariyan dike û tîne ziman ku dewleta Tirk tu gavên din neavêtine. 
 
‘JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD TU PÊNGAVÊN WAN NÎNIN’
 
Ji bo ku mirov gavekê biavêje, berî her tiştî divê di mirov de xwestek hebe. Di vê xalê de pirsên wekî "Gelo ev dewlet çiqas dixwaze pirsgirêkê çareser bike?" û "Çiqas dixwaze gavan biavêje?" derdikevin pêş. Di warê niyeta dewleta Tirk a ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê de guman û fikarên pir mezin hene. Ji ber ku pirsgirêk ne tenê bi hikûmetê re sînor e; ew bixwe dibêjin "em wekî dewlet dixwazin vê pêvajoyê bi rê ve bibin û bigihînin encamê." Lê gava mirov li pratîkê binêre, xwestekeke wiha di nav wan de xuya nake; berevajî vê, nexwestineke mezin li holê ye. 
 
Aliyekî din ê vê pirsgirêkê jî îrade ye. Ger xwestek hebe, ji bo ku tu wê xwesteka xwe di pratîkê de bi cih bînî, divê îradeyeke polatî jî hebe. Ew xwe li ser rûyê erdê wekî mirovên herî biîrade dibînin û dibêjin "tu pirsgirêka me ya îradeyê tune ye." Lê di rewşa heyî de mirov ne wê xwestekê û ne jî wê îradeyê dibîne. Li cihê ku xwestek û îrade nebe, bêguman pratîk û gavavêtin jî nabe. Ji ber vê yekê, em îro behsa bêçalakbûnê dikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tu çalakî û pêngavên wan nînin. Ji ber vê yekê, di serî de divê mirov li ser asta xwestek û niyeta dewletê hûr bibe. 
 
Gelo çima rewş wiha ye? Wisa diyar e ku dewleta Tirk konjonktûrê dixe nav hesabên xwe. Ji xwe dema ku dest bi vê pêvajoyê kirin, hat ragihandin ku Erdogan û Bahçelî bi hev şêwirî ne û ev gav wekî projeyeke dewletê hatiye avêtin. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk konjonktûra wê demê ji bo xwe wekî xetereyeke mezin didît û li gorî wê hin gav avêtin. 
 
Çi bibû wê demê? Wekî tê zanîn, li Rojhilata Navîn agirê şer pir germ bû; ku em vî şerî wekî "Şerê Cîhanê yê 3’yemîn" bi nav dikin. Dewleta Tirk xwe di nava xetereyê de didît û dizanî ku ger pirsgirêka Kurd çareser nebe, ev xetere dê li ser wan hîn zêdetir bibe. Ji ber vê yekê hin hewldan û bangawazî çêbûn; Rêbertiya me jî bi berpirsiyariyeke mezin bersiva wê bangê da. 
 
‘TIRKIYE KONJONKTURÊ ŞAŞ DINIRXÎNE’
 
Lê belê di xala îro de, wisa xuya dike ku dewleta Tirk êdî wê konjonkturê wekî ya berê nabîne. Difikirin ku ev Şerê Cîhanê yê 3’yemîn di rewşa heyî de êdî xetereyê ji bo wan çênake. Ger nêzîkatiya wan wiha be, bi rastî jî ev nirxandinek pir şaş e. Mirov dikare vê bi zelalî bîne ziman: Ev Şerê Cîhanê yê 3’yemîn dê carnan germ bibe û carnan jî sar bibe; lê ev şerekî wiha ye ku heta bigihîje armanca xwe dê bi dehan salan berdewam bike. Divê mirov ji vê rastiyê qet şikê neke. 
 
Gelo armanca herî esasî ya vî şerî çi ye? Herî kêm ji bo herêma xwe, em dikarin bêjin ku armanc serxistina hegemonyaya Îsraîlê ye. Îro qaşo di navbera Trump û Netanyahu de hin pirsgirêk hene û hwd. Ev yek tenê pirsgirêkên di navbera şexsan de ne û di siyasetê de tiştên wiha asayî ne; çiqas pirsgirêk hene an nînin, ew jixwe mijareke cuda ye. Lê belê stratejiya bingehîn a di çarçoveya "Projeya Mezin a Rojhilata Navîn" de, li ser navê pergala modernîteya kapîtalîst, avakirina hegemonyaya Îsraîlê ye. Armanca herêmî ya vî şerî bi vî awayî ye û dema em lê dinêrin, ev plan kêlî bi kêlî, gav bi gav tê hunandin û ber bi pêş ve diçe. 
 
Ji ber vê yekê, konjonktura sala 2024’an li gorî roja me ya îro, yanî sala 2026’an, zêde neguheriye. Ger mirov hinekî bi baldarî lê binêre, dê bibîne ku ji sala 2024’an heta 2026’an, di çarçoveya avakirina hegemonyaya Îsraîlê de hin gavên pir bingehîn hatin avêtin. Îsraîl di halê heyî de pirsgirêkên xwe yên bi cîhana Ereban re heta astekê çareser dike. Ew "Peymana Îbrahîmî" bi xwe, peymana avakirina hegemonyaya Îsraîlê ye. Îsraîl vê pêngavê li ser navê hêzên hegemonîk ên cîhanê û pergala modernîteya kapîtalîst bi cih tîne. Ji ber vê yekê jî bi her awayî piştgiriya Îsraîlê dikin; ew rexneyên ku lê dikin an zextên ku nîşan didin, tenê ji bo veşartina vê rastiyê ne di çavê raya giştî ya cîhanê de. 
 
Di vê navberê de tiştê herî girîng ji bo Tirkiyeyê ev e: Gelo rewşa Tirkiyeyê bixwe dê çawa be? Ev Şerê Cîhanê yê 3’yemîn dê bandoreke çawa li ser dewleta Tirk bike? Gelo dewleta Tirk ê weke niha bikaribe bimîne? An jî mîna ku her gav pesna xwe dide û xwe weke hêzeke herêmî û cîhanî nîşan dide, gelo di rastiyê de rewş wisa ye? Her kes, jî dizane ne wisa ye. Dewleta Tirk di vê herêmê de yan bi vê projeya ku em behs dikin re bikeve nava şerekî, yan jî dê serî bitewîne. Ger ku îdaya bûyîna hegemonyaya herêmî hebe, şer jî di nav de wê her tişt were serê dewleta Tirk. Ji bo vê yekê herêm wisa ne rûniştiye, konjuktura 2024’an derbas nebûye, şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hê jî di meriyetê de ye, xeteriyên curbecur li ser dewleta Tirk heye. Ger dewleta Tirk di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ev qas bêxwestek tevgere, gavan neavêje û ger di bingeha wê de nirxandina konjekturê hebe ev xapandineke dîrokî ye. Mirov dikare vê yekê bi rehetî bibêje. Ya duyemîn, xuya dike ku di nava dewleta Tirk de dibêjin ku derbarê pirsgirêka Kurd û Tevgera Azadiyê de em hinek bi ser ketin, çekên me yên curbecur jî hene, em çima lihevhatinê bikin. Ger fikir bi vî rengî be, helbet wê gavan neavêjin û bêxwestek tevbigere. Ger di nexwestina dewleta Tirk de ev zîhniyet hebe, ev jî xapandineke dîrokî ye. Gelê Kurd êdî heye, îspat bûye, xwedî doz e, xwedî zanebûn, aqlê gelê Kurd her ku diçe xwe di şexsê Rêber Apo de belav dike. Ji ber vê yekê êdî qet ne pêkan e ku doza Kurd bin bikeve.  
 
TIRKIYEYÊ ÇÛK BI YEK BASKÎ HIŞT
 
Helbet ev pêvajo li ser navê gelê Kurd û Tevgea Azadiyê ji aliyê Rêber Apo ve tê rêvebirin. Li gorî nîqaşên Serokatiya me dike; divê gavên beramberî hevdu hatiban avêtin. Tişt bi beramberî çêdibin, bi tenê çênabin. Pirsgirêk ne pirsgirêkekî yek alî ye. Çavkaniya pirsgirêkê heye û encamên pirsgirêkê hene. Gelekî doza hebûna xwe dike û hêzekî jî heye van mafan qebûl nake. Di encamê de alozî derketine. Ji bo çareserkirina vê, bêguman divê her du alî muzakere bikin. Divê di encama muzakereyan de gavên beramber bên avêtin. Wekî ku me heta niha jî anî ser ziman; me pir gav avêtin, lê pir kêm tişt ji aliyê dewletê ve hatin kirin. Yanî muqabilê hev çênebû. Esas li gorî nîqaş û muzakereya tê kirin, divê muqabilê hev tişt hatiban kirin. Di rewşa heyî de tiştek wisa tune ye. Ji xwe Devlet Bahçelî jî got; tu tişt bi yek alî nabe, çûkekî bi yek baskê nabe. Ev mînakan ji bo vê mijarê anî ser ziman. Ger em pêvajoyê bişibînin çûkekî, ger em basekek bin û dewleta Tirk baskek be, çûk niha bi yek baskê ye. Yanî pêvajo bi yek baskê tenê, bi niyeta me, xwesteka me, îradeya me, gav avêtinên  me maye. Baskê din ji aliyê dewletê ve nehatiye çêkirin. Ji ber vê yekê, çûk nafire. Ev jî tê wateya ku pêvajo nameşe, wekî ku her kes jî dizane di rewşa heyî de sekinî ye. Dewleta Tirk ne tam bi dawî dike, ne tam dev jê berdide, ne jî li gorî pêdiviyên wê tevdigere. Ji ber ku hîna hesaban dike, li bende ye ku pêvajoya giştî ya li Rojhilata Navîn çawa be, ka wê konjektura giştî çawa be, ka em dirêj bikin wê bandorekî çawa li ser Tevgerê bike, ka encamên şerê min ên taybet çawa bin. Ji ber van hesabann çûk bi yek baskê hişt.  
 
NÊZIKATIYÊN YEKALÎ DIKARE PÊVAJOYÊ SABOTE BIKE
 
Em hêvî dikin ku tîştek wisa nebe. Piştî ev qas tişt ger bi awayekî yek alî vê tiştê bikin, wekî ku me niha jî behs kir tu qiymeta wê tune, tîştekî pir bêkêr e û ji xeynî bertekan wê tîştekî din ava neke. Wê li cem me wekî tîştekî tune were hesibandin. Mirov dikare bi rehetî vê bîne ser ziman. Ew bi awayekî bi fermî nabêjin em muzakere dikin, lê li Îmraliyê heyetên dewletê bi Serokatiyê re muzakere dikin. Di çarçoveya wan muzakerayan de lihevkirinek çêbûbû, Rêber Apo wê pêşniyarên xwe pêşkeş kiriba ku vê tiştê jî kir. Serokatiya me bi cidîyetekî pir mezin, bi lêhûrbûneke pir xurt, ji bo ku pêşiya pêvajoyê vebibe û gavên pêwîst bên avêtin, çarçoveyekî derxist holê û pêşniyarên xwe pêşkêşî dewletê kir. Di encamê de wê çi bûbûya? Wê qada siyasî û AKP’ê yan jî partî û hêzên dewletê, wê li ser bixebitiyana, encama ku derketî biçûba cem Rêber Apo û Rêber Apo jî çarçoveya ku derketî bi rêxistinê re, bi me re parve kiriba û bi vî rengî biçûba encamekî.  
 
Tîştekî wê derheqê me de derkeve û em ê li tu cihê wê nebin, di nîqaşa wê de nebin, di amadekirina wê de nebin û em ê wê guncav nebînin jî wê bikeve pratîkê. Ma ev tişt pêkan e? Ger ku dewleta Tirk difikire tîştek wisa derbixe û bi vî rengî tişta ku dixwaze pêk bîne, di nava xapandineke mezin de ye. Ji xwe pirsgirêka Kurd ev tişt e. Kurdan ji tiştekî nahesibîne, bi îradeyekî yek alî dibêje Kurd û Tirk e, dibêje Kurdistan tune ye, dibêje mafên wê tune ye û hwd. Wexta ku te xwe bi awayekî yek alî sepand, te ya li hemberî xwe ji tîştekî nehesiband, wê çaxê ew ê beramberê te ger ku dixwaze bijî û doza hebûnê dike, wê li hemberî te bikeve têkoşînê. Ji xwe ev sed sal in pirsgirêka Kurd ji ber vê derketiye. PKK ji ber vê zîhniyetê derketiye. Ev têkoşîn û şer ji ber vê yekê çêbûn. Ger dixwazin heman zîhniyetê bi navê çareseriyê bimeşînin, wê çaxê ev tê wateya dawîanînê. Wê çaxê ev polîtîkaya îmha û înkara sed salî wê berdewam bike û dewleta Tirk di zîhniyeta xwe de guhertinê nake. Wê çaxê tu jî wekî gelê Kurd û wekî Tevgera Azadiyê neçarî ku li hemberî vê zîhniyetê û siyasetê li ber xwe bidî. Ji bo vê yekê, erê tîştên wisa tên nîqaşkirin, lê nîqaşa wê jî xeteriyeke mezin e. Nîqaşên bi vî rengî bi awayekî rehetî dikare pêvajoyê sabote bike û ji holê rabike. Sepandinên yek alî qet nayê qebûlkirin û divê gaveke bi vî rengî neyên avêtin, ger bên avêtin beramberî xwe helwesta pêwîst jî bibîne.