Xwarziyê Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 15 Tebax 2026 13:28
- |
RIHA - Xwarziyê Abdullah Ocalan, Ramazan Ocalan, li Parîsê jiyana xwe ji dest da.
Kurê Fatma Ocalan, xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ramazan Ocalan ê 47 salî li bajarê Parîsê yê Fransayê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ramazan Ocalan ê nêzî 16 sal bûn li Fransayê dijiya, ji ber nexweşîna pankresê û şekir dihat dermankirin.
Hat diyarkirin ku dê cenazeyê Ramazan Ocalan li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetiyê bê definkirin.