STENBOL/ENQERE - Di daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş de îşaret bi rewşa girtiyên nexweş Davut Mînaz û Necdet Koç hat kirin û banga demildest berdana wan hat kirin.
Li Stenbol û Enqereyê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyanî hatin dayîn.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina Fyê” ya 751'emîn a du hefteyan carekê tê pêkanîn, li pêşiya avahiya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn. Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Davût Mînaz ê ku hê jî di Girtîgeha Umraniyeyê ya Tîpa Eyê tê ragirtin.
Mûsa Pîroglû diyar kir ku di hefteya 751'emîn de rewşa Davût Mînaz a parve dikin û wiha got: “Davût Mînaz hê jî di Girtîgeha Umraniyeyê ya Tîpa Eyê tê ragirtin. Nexweşiyên Davût Mînaz Atipik Hemolîtîk Uremîk Sendrom (HUS), Anemiya Akdenîz û gurçikê heye. Bi sedema van nexweşiyan gelek astengî dijî. Ji bo jiyana xwe berdewam bike divê bi ahengdar tedawiya xwe bibe. Davût Mînaz divê hefteyê 3 rojan bikeve diyalîzê. Lê tevahî rewşa nebaş a girtîgehê jî daxwaza taloqkirina înfazê nayê qebûlkirin. Li gorî agahiyan malbatê Davût Mînaz berî were girtin neqla gurçikê hatibû kirin. Dema ku tedawiya wî berdewam dikir cezaya Davût Mînaz di 3yê sala 2026an de hate erêkirin û ket Girtîgeha Umraniyeyê ya Tîpa Eyê. Li vir 40 roj hate ragirtin, ji 40 rojan 20 rojan di nexweşxaneyê de hate tedawîkirin. Davût Mînaz bi kelemçê hate tedawîkirin. Piştî tedawî bi dawî bû Davût Mînaz birin Girtîgeha Marmarayê. Li vir jî rewşa wî giran bû wî rakirin nexweşxaneyê û mehekî hate tedawîkirin. Piştî tedawiya li vir wî dîsa birin Girtîgeha Umraniyeyê ya Tîpa Eyê. Beriya 5 rojan dîsa rakirin nexweşxaneyê û gurçikên xwe îflas kir. Davût Mînaz nayê berdan û bi vî awayî diterikin mirinê.”
Bavê Davût Mînaz Îdrîs Mînaz anî ziman ku 2 meh cezaya kurê wî maye û wiha got: “Tiba Edlî dizanê ku kurê min tedawî bibe, lê belê biryara dikare di girtîgehê de bimîne daye. Kurê min îro naxwazê tedawî bibe. Ji ber ku rewşa girtîgehê nebaş e. Em dixwaxin kurê min demildest were berdan û tedawî bibe.”
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.
ENQERE
nsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, 623'emîn çalakiya xwe ya heftane li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dermankirin maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” dinivisî hat vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Necdet Koç ê di Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin.
Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî xwend.
Sevîl Turgut bi lêv kir ku li gor daneyên ÎHDê, herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene û da zanîn ku ji van girtiyan 335ê wan rewşa wan giran e, 230 jî nikarin bi tenê serê xwe nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. 105 girtî her tim pêdiviya xwe ya kesan heye û 188'ê wan divê her tim, bi rêk û pêk werin dermankirin. Sevîl Turgut bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Necdet Koç û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Necdet Koç 52 salî ye û di sala 2022an û vir ve di girtîgehê de ye. Necdet Koç beriya bikevê girtîgehê 120 kilo bû û ji ber nexweşiyan zede kilo daye û niha daketiyê 50-60 kîloyan. Necdet Koç nikare xwarinê bixwe û bi tenê serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike. Necdet Koç bi alîkariya hevalên pê re dimîne, dikare pêdiviyên xwe dabîn dike.”
Di dawiya axaftina xwe de Sevîl Turgut destnîşan kir ku tevî nexweşiyên giran jî Necdet Koç nayê berdan û wiha derbirî: “Nexweşiya wî ya weke êşa lebat heye. Ji ber êşa lebat krîzan derbas dike. Vê nexweşiyê bandor li ser tevger û axaftinên wî jî kiriyê. Hin caran weke ku felcê derbas dike krîzên mezin re rû bi rû dimîne. Ji ber vê nexweşiyê ne pêkan e jiyana xwe bi tenê serê xwe bidomînê. Her wiha di beze tîmus a Necdet Koç de tumor heye û ji ber nexweşî bi gurçika wî ya çepe jî girtiyê. Dermanên giran bi kar tînê. Ji ber van nexweşiyan jiyana wî di xeteriyê de ye. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê derbarê Necdet Koç de di rapor amade kiribû de diyar kiribû ku divê di 6 mehan carekê bi rêk û pêk divê were dermankirin, û infaza wî bê taloqkirin. Lê tevî vê yekê jî Necdet Koç nehat berdan. Şert û mercên girtîgehê ji bo jiyana wî xeteriyan dihewîne û divê demildest bê berdan. Divê Necdet Koç li dervê bi awayekî rêk û pêk be dermankirin.”