Kongreya ARÎ-DER'ê: Ji bo Kurdî ji destê kê çi tê divê bike
- Çand û Huner
- |
- 15 Tebax 2026 16:10
- |
ÊLIH- Di 4'emîn kongreya asayî ya ARÎ-DER'ê de ji bo Kurdî banga berpirsiyariyê hat kirin.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) 4'emîn kongreya xwe ya asayî li Hêwana Kongreyê ya Petrol-Îşê li dar xist. Kongre bi dirûşmeya “Statûya bi kûrdî, perwerdehiya bi kûrdî” hat lidarxistin. Ligel nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl gelek kes beşdarî kongreyê bûn.
Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpêkê nivîskar Faysal Ozdemîr axivî.
Ozdemîr destnîşan kir ku divê gelê Kurd ji bo statuya Kurdî çi ji desta bê bike û got: "Îro ro em li Rojhilata Navînê pêşengiya Ronesasnekê dikin. Niha em kongreya xwe li dar dixin, lê ziman bes bi komeleykê nameşe. Çi dikeve ser milê me divê em bikin."
Piştî peyama ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir hat xwendin, rêveberiya kongreyê hat hilbijartin. Şînda Ayazgun û Rênas Yildiz wekî hevserokên ARÎ-DER'ê hatin hilbijartin.