ENQERE - Endama Komîsyonên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaîşê Zelîha Taşkiran, ji bo beşdariya hevdîtina 30’ê Çileyê ya li Enqereyê û meşa ber bi Wezareta Dadê ve banga tevlibûnê kir.
Komîsyonên Edaletê yên ku berê ji bo Şule Çet a ku li Enqereyê ji qatê 28'an hatibû avêtin, hatibûn avakirin, niha jî ji bo Gulistan Doku ya ku ev 6 sal in li Dêrsimê winda ye û Rojîn Kabaîşa ku li Wanê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû, têkoşîna xwe didomînin. Armanca van komîsyonan aşkerakirina rastiya mirinên biguman ên jinan e.
Komîsyonên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaîşê, dê di 30’ê Çileyê de li Enqereyê hevdîtinekê pêk bînin. Di vê hevdîtinê de ku komîsyonên ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê û malbata Rojîn Kabaîşê jî dê beşdar bibin, berhemên jinan ên ku di çarçoveya kampanyaya "Ji Bo Rojîn Kabaîşê Hilberîne" de hatine amadekirin, dê werin pêşandan. Endamên komîsyonê piştî hevdîtinê dê ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin.
Zelîha Taşkiranê diyar kir ku Şule Çet yek ji navên ewil e ku di mirinên biguman de tê bîra mirovan û anî ziman ku wan bi têkoşînê nehiştiye ku bi navê "întîharê" ser dosyaya wê bê girtin. Zelîha Taşkiran diyar kir ku mirinên biguman ên jinan di sala 2025’an de bêtir bûne û ev tişt got: "Em dizanin ku piraniya wan ne qeza ne û ne jî întîhar in, lêbelê ji bo ku ser wan bê girtin wekî 'mirina biguman' tên tomarkirin. Em bi salan e ji bo rawestandinê têdikoşin. Gelekî aşkera bû ku Rojîn Kabaîşê întîhar nekiriye."
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’
Zeliha Taşkiranê bi bîr xist ku raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) yên piştî têkoşîna malbatê û jinan hatin amadekirin, îspat kir ku Rojînê întîhar nekiriye û wiha pê de çû: "Li ser laşê Rojînê DNA’yên du mêran hatin dîtin û aşkera bû ku ev ne perîn e, ji berê ve li wir bûn. Hîn nehate aşkerekirin ku ev DNA aîdî kî ne. Ger me têkoşîn nekira, dê dosya wekî întîhar an jî mirinekê biguman bihata girtin. Em ê heta dawiyê li pey rastiyê bin. Gelo çima ATK’ê navan aşkera nekir? Ma hinek tên parastin? Em ê ji bo aşkerakirina rastiyê têbikoşin."
BANGA HEVDÎTINÊ
Zeliha Taşkiranê destnîşan kir ku ew wekî Komîsyonên Edaletê li bajarên cuda dipirsin "Çi bi Rojîn Kabaîşê hat?" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me xwest em çalakiyên li bajarên cuda li navendekê bikin yek û dengê xwe bilindtir bikin. Piştî bernameyê, em ê ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin û wan pirsên xwe yên bêbersiv dubare bikin. Mînak; ew her du nimûneyên DNA’yê yên kê ne? Ji bo şîfreya telefonê çima şandin derveyî welat? Çima hat gotin ku Rojînê întîhar kiriye? Gelo çima xwestin ku cînayetê veşêrin? Ji bo van bersivan em ê li ber Wezareta Dadê bin. Em banga tevlîbûnê li her kesî dikin. Em çiqas pir bin, têkoşîna me dê ewqas mezin bibe."
MA / Sema Bîngol