Li Wan û Colemêrgê êrişên li ser Kurdan hatin protestokirin

Parve bike:
WAN/COLEMÊRG – Li Wan û Colemêrgê, êrişên HTŞ'ê yên li dijî Kurdên li Helebê hatin protestokirin.
 
Li Wan û Colemêrgê, êrişên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) yên li dijî Kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyan hatin protestokirin. Platforma Jinan a Wanê li ber Galeriya Hunerê ya Riya Armûşê daxuyaniyek da. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Li Rojava komkujî heye, cîhan bêdeng e, em bêdeng namînin" hat vekirin. Aktvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Endama Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Jiyan Ozkaplan ku metna daxuyaniyê xwend, bi lêv kir ku di van şerên qirêj ên li Rojhilata Navîn de tên meşandin, bedena jinan careke din veguheriye xenîmeta şer. Jiyan Ozkaplan diyar kir ku jin an bi kuştinê, an jî bi bedena xwe dibin hedef û got: “Avêtina bedena şervanên jin ên ji avahiyan, revandina jinan û qetilkirina zarokan ya bi awayekî hovane; encama rejîmeke tundiyê ye ku ne tenê leşkerî ye, di heman demê de ji aliyê serdestiya mêran ve jî kûr e. Armanca vê tundiyê tinekirina têkoşîna azadiya jinên Kurd e. Tişta ku îro li Rojava û Helebê diqewime ne şerekî leşkerî ye; êrişeke piralî ye ku armanca wê tunekirina hebûna civakî, çandî û siyasî ya gelê Kurd e. Di van êrişan de herî zêde jin û zarok dibin hedef ku mafên jiyana wan ji holê radike.”
 
'EM BÊDENG NAMÎNIN'
 
Jiyan Ozkaplan bang li raya giştî kir û axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Ev bûyer berdewama polîtîkayên dîrokî yên înkar û îmhakirina van xakan in. Divê jin, kedkar, rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Li dijî bikaranîna bedena jinan a weke xenîmeta şer, kuştina zarokan û tinekirina gelan axaftin berpirsyariyeke dîrokî ye. Çalakiya rûniştinê ya ku me îro da destpêkirin ne tenê protesto ye, ev banga edaletê ye ku li ser navê jinên hatine qetilkirin, zarokên hatine qetilkirin û gelên ku hatine binçavkirin. Divê demildest komkujî bên rawestandin, Divê îşkence, înfaz û windakirinên bi zorê bi dawî bibin, Divê çavdêrên navneteweyî yên serbixwe bikevin herêmê û divê sûcdar bên darizandin.”
 
Piştî daxuyaniyê jinan bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakî bi çepikan bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
Li Colemêrgê, Platforma Ked û Demokrasiyê li ber avahiya şaxa sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Cemaweriyê (KESK) daxuyaniyek da. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nayê girtin" hat vekirin.
 
 
Berdevka Demê ya Platforma Şaxên KESK'ê Ayhan Taşê diyar kir ku êriş nayên qebûlkirin. Taş got: "Em banga xwe ya ji bo yekîtî û hevgirtina karkeran, biratî û wekheviya gelan, aştî û têkoşîna ji bo jiyaneke demokratîk û azad li dijî çeteyên cîhadîst dubare dikin. Em bang li Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê, rêxistinên karkeran, partiyên siyasî û hêzên demokratîk dikin ku berpirsiyariya pêşîgirtina li komkujiya li Sûriyeyê bigirin ser xwe."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.