Ahmet Tellî hat oxirkirin: Em ê ji helwesta wî tawîzê nedin
Ahmet Tellî hat oxirkirin: Em ê ji helwesta wî tawîzê nedin

Di merasîma oxirkirinê ya Helbestkar Ahmet Tellî de helbest hat xwendin û dostên wî qala têkoşîn û bîranên bi wî re kir.

Rejîma Îranê li Rojhilat şivanek qetil kir û dest danî ser pezên wî
Rejîma Îranê li Rojhilat şivanek qetil kir û dest danî ser pezên wî

Artêşa Pasdarên Îranê li Sîdekanê şivanek qetil kir û dest danî ser pezên wî.

Xebat Andok: Dewlet konjonkturê şaş dinirxîne
Xebat Andok: Dewlet konjonkturê şaş dinirxîne

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir ku Tirkiye konjonkturê şaş dinirxîne û got: “Stratejiya bingehîn a di çarçoveya "Projeya Mezin a Rojhilata Navîn" de, li ser navê pergala modernîteya kapîtalîst, avakirina hegemonyaya Îsraîlê ye. Şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hê jî di meriyetê de ye.”

Beşdarên civîna gel a li Mûşê: Astenga li pêşiya pêvajoyê nejidilbûna dewletê ye
Beşdarên civîna gel a li Mûşê: Astenga li pêşiya pêvajoyê nejidilbûna dewletê ye

Welatiyên ku li Mûşê beşdarî civînên gel ên bi dirûşma "Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin" bûn, bang li dewletê kirin ku nêzîkatiyeke jidll nîşanî pêvajoyê bide.

Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Ji bo aştiyê divê ev fersenda dîrokî neyê berhewakirin
Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Ji bo aştiyê divê ev fersenda dîrokî neyê berhewakirin

Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê Şivan Sakman diyar kir ku ji bo aştiyeke mayinde divê gavên demokratîk û hiqûqî bên avêtin û got: "Civak êdî pevçûnê naxwaze, aştiyê dixwaze. Divê ev fersenda dîrokî neyê berhewakirin."

20 sal piştî Komkujiya Zîlan ji dayik bû: Di 10 saliya xwe de hestiyên windayiyên xwe berhev kir
20 sal piştî Komkujiya Zîlan ji dayik bû: Di 10 saliya xwe de hestiyên windayiyên xwe berhev kir

Şopên komkujiya sala 1930'an ku tê de bi hezaran mirov li Geliyê Zîlan hatin qetilkirin, îro jî hîn zindî ne. Fehîme Zeylan a ku 20 sal piştî komkujiyê ji dayik bûye, behsa êşa çîrokên windayiyên malbata xwe û ya hestiyên ku di zarokatiya xwe de berhev kiriye kir û got: "Em ê çawa vê zilmê ji bîr bikin?"

Wêneyên Seyîd Riza: Bila hemû arşîv bên vekirin, hevrûbûn pêk were
Wêneyên Seyîd Riza: Bila hemû arşîv bên vekirin, hevrûbûn pêk were

Sekreterê Komeleya Şêx Seîd Azad Zal, bal kişand ser wêneyên nû yên dema darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî û diyar kir ku divê rastî bi tenê bi wêneyan bi sînor nemîne û cenaze bên dîtin.

ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2026’AN
ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2026’AN

ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2026’AN

3 girtîgeh, 3 giritiyên nexweş: Wan serbest berdin
3 girtîgeh, 3 giritiyên nexweş: Wan serbest berdin

Di daxuyaniyên li İzmir, Stenbol û Enqereyê de hat xwestin ku girtiyên nexweş Mehmet Alî Tosûn, Rihan Kavak û Serhat Gultekîn bên berdan.

Nedîm Seven: Ger gav hatibûna avêtin niha me yê siyaseta demokratîk bikira
Nedîm Seven: Ger gav hatibûna avêtin niha me yê siyaseta demokratîk bikira

Endamê Koma Aştî û Civaka Demokratîk Nedîm Seven ê ku di 11'ê Tîrmeha 2025'an de tev li merasîma şewitandina çekan bû destnîşan kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin û ger Tirkiye gav avêtibûna dê niha wan li Amed û Enqereyê xebatên siyaseta demokratîk bikirina.

Mîthat Sancar: Divê di qanûnê de rola birêz Ocalan bê naskirin
Mîthat Sancar: Divê di qanûnê de rola birêz Ocalan bê naskirin

Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar ku di Konferansa "Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aşitiya Civakî û Mînakên Dinyayê" de axivî, bal kişand ser pozîsyona Abdullah Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de û anî ziman ku naskirin û diyarkirina rola wî di "Qanûna Çarçoveyê" de şertekî bingehîn e.

Li sê bajaran ji bo windayan doza edaletê kirin
Li sê bajaran ji bo windayan doza edaletê kirin

Xizmên windayan û ÎHD li Amed, Êlih û Colemêrgê xwestin ku kujerên Îkram Mîhyaz û Abdûlrezak Erdogan werin dîtin û û li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk pirsin.

Li Qada Galatasarayê hefteya 1111'emîn
Li Qada Galatasarayê hefteya 1111'emîn

Dayikên Şemiyê di hefteya 1111 de qala têkoşîna 1111 hefteyan kirin û wiha gotin: “Em destûr nadin tiştê hatiye serê me bê jibîrkirin. Em ji şîna xwe ya bêdawî têkoşîna heqîqet û dadê dihonin. Tevî êşên ku me dît, derbasî nifşên nû dikin. 1111 hefte ne hejmar e, bêcezahiştina 1111 hefte ye. Ev 1111 hefte ye, me ne dev ji bendamayînê ne jî dev têkoşînê berda.”

Dayikên Aştiyê: Heke Kurd hebin mafê wan jî hene
Dayikên Aştiyê: Heke Kurd hebin mafê wan jî hene

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê derbarê salvegera 1'emîn a çekşewitandinê de daxuyanî da. Dayikên Aştiyê bang li dewletê kir û xwestin li hemberî çekşewitandinê gav bên avêtin.

Şahidê komkujiya Zîlanê: Çîroka jiyan û vegera zarokekî
Şahidê komkujiya Zîlanê: Çîroka jiyan û vegera zarokekî

Mehmed Zeylan yê ku di 13 saliya xwe de li Zîlanê bû şahidê qetilkirina malbata xwe û bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bûbû— û di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, serpêhatiyên xwe yên wê demê vegot û ew ji nifşekî bo nifşekî din veguhastin. Zarokên Zeylan wesiyeta dawî ya bavê xwe ya bi gotina "Ax û warên xwe terk nekin" didomînin û zindî dihêlin.

1 2 3 4 5 > Rupel 1 / 5.651