‘Divê Tirkiye ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê bi rolekî erenî rabe’

Parve bike:

ENQERE - Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê Tirkiye di mijara demokratîkbûna Sûriyeyê û entegrasyona demokratîk de bi rolekî erenî rabe. 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari piştî civîna heftane ya koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand. Tulay Hatîmogûllari, got ku ji bo hevdîtina bi Erdogan re daxwaza randevuyê kirine lê ne diyare ka dê were kirin an na. 
 
Têkildarî gefên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeyê xwar jî Tulay Hatîmogûllari got ku li Tirkiyeyê pêvajoyek didome û heke ev pêvajo baş pêş bikeve dê bandoreke erênî li Sûriyeyê jî bike. Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku divê Tirkiye li Sûriyeyê ji bo demokratîkbûn û entegrasyona demokratîk bi rolekî erênî rabe û got daxuyaniyên bi vî rengî baş nabin. 
 
Tulay Hatîmogûllari bi domdarî got: “Ev ziman, pêvajoyê pêşve nabe. Aştiya navxweyî û avêtina gavên bitendurist girîng e. Xurtkirina zemîna demokrasiyê ya li Sûriyeyê dê Tirkiye û herêmê jî bihêztir bike. Çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokrastîk, dê bike ku ev zemîn li Sûriyeyê xurt bibe û aştiya navxweyî pêş bikeve.”