Tunç ji bo daxwaza ‘Qanûna înfazê’ ya MHP’ê got: Di rojeva me de nîne

Parve bike:

ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, têkildarî daxwaza MHP’ê ya ji bo “Qanûna înfazê” axivî û got ku ne verastkirina qanûna înfazê ne jî efû di rojeva wan de nîne. 

 
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, beriya civîna heftane ya koma AKP’ê axivî û ji bo daxwaza guhertina “Qanûna înfazê” ya MHP’ê ev tişt anî ziman: “Mijareke weke verastkirina qanûna înfazê yan jî efûyê di rojeva me de nîne. Paketa 12’an a Darazê ne têkildarî înfazê lê ji bo sepanên darazê çalaktir bixebitin dê were kirin.” 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz duh gotibû: “Di esasê xwe de me sererastkirineke înfazê kir. 50 hezar kes derdikevin. 50-60 hezarên din jî dê derkevin. Tişta ez li vir behsa wê dikim Qanûna Înfazê ye. Heke em Qanûna Înfazê derxînin, dê di nava verastkirina înfazê de be. Em ê yasayeke li gorî destûra bingehîn derxînin û dê bi wan re lihev bikin. Tekane tişta di înfazê de em lihev nakin, ew in. Em ê wan jî biaxivin. Rewşekî ku em bibêjin dê nîvî bikin tune ye.”