Ji DEM Partiyê banga ji bo hêzên garantor ên li Sûriyeyê

Parve bike:

ENQERE - Lijneya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê der barê êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê de, bang li hemû hêzên ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de wekî garantor tevdigerin kir ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin.

 
Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê êriş û îlankirina şer a ku ji aliyê hêzên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê ve li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê hatine destpêkirin, daxuyaniyek nivîskî belav kir.
 
Daxuyaniya nivîskî ya MYK'ê wiha ye: "Li gorî daxuyaniyekw Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Helebê, di êrişên ku rejîma Şamê ji şeva borî ve li dijî taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û her wiha Benî Zeydê ku Suryanî bi hejmareke mezin lê dijîn, bi bikaranîna tanq, top, obus û dronan pêk tîne, 7 sivîl hatine kuştin û herî kêm 46 kes jî birîndar bûne. Tê gotin ku komên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nûreddîn Zengî ku tê zanîn ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin jî, di van êrişan de vih girtine. 
 
Êrişên rejîma Şamê û hêzên pê ve girêdayî ku bi mehan e pêdiviyên bingehîn ên sivîlên ku li van taxan dijîn asteng dikin, gefeke eşkere li ser yekparçeyiya siyasî û îdarî û aramiya Sûriyeyê pêk tînin. Wekî ku dê were bibîranîn, li gorî Peymana 10'ê Adarê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di Nîsana 2025'an de bi çekên giran ji taxên Kurdan vekişiyan û ewlehiyê radestî rayedarên herêmî kirin. Ev êrişa rejîma Şamê hem Peymana 10'ê Adarê û hem jî peymana 1'ê Nîsanê betal dike, jiyana zêdetirî 200 hezar sivîlan dixe xeteryê. Êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê operasyoneke tunekirinê ye. Tiştê ku li taxên Kurdan ên Helebê tê kirin, qetlîamek hîn tirsnaktir e ji ya ku li dijî Durzuyan li Siwêdayê hatiye plankirin.
 
Bila em ji bîr nekin ku Sûriye herêmek e ku Ereb, Kurd, Durzî, Ermenî û hemû gel û komên olî yên li wir dijîn. Rêya herî girîng a pêşîgirtina li derketina pevçûneke nû li Sûriyeyê, demokratîkkirina welêt e. Erka Tirkiyeyê piştgirî û teşwîqkirina vê pêvajoya demokratîkbûnê ye. Hewldanên radestkirina Sûriyeyê ji rejîm û îdeolojiyeke yekpare ya li Şamê re pir xelet, parçeker in û dibe ku bibin sedema pevçûneke nû. Ev hewldan bi tu awayî nayên qebûlkirin. Hevgirtina me bi kesên ku li hember van hewldanan li ber xwe didin re dê berdewam bike.
 
Em bang li hemû hêzên ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rejîma Şamê de navbeynkariyê dikin re ye: Tavilê berpirsiyariya xwe ya wekî garantor bi cih bînin û pêşî li van êrişên leşkerî bigirin ku xetereya veguherandina tevahiya Sûriyeyê bo qada şer a pevçûnên nû diafirînin. Em dubare dikin ku yekane rêya bidawîkirina alozî û pevçûnên li Sûriyeyê avakirina rêveberiyeke hevbeş ji aliyê hemû gelên Sûriyeyê ve li ser bingeha mafên demokratîk û wekhev e. Divê diyalog li ser vê bingehê berdewam bike; divê hewl ji bo pêşxistina entegrasyona leşkerî, aborî û demokratîk were dayîn.”