Serokwezîrê Pakistanê bi rojeva Îranê dê serdana 3 welatan bike

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Pakistanê, bi rojeva hevdîtinên agirbesta di navbera Îran-DYA yên ku dê li Îslamabadê bên kirin, dê serdana Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyeyê bike.

 
Hate ragihandin ku Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, têkildarî rojeva civînên agirbestê yên Îran-DYA yên ku dê li Îslamabadê bên destpêkirin, dê reze hevdîtinan pêk bîne. Di çarçoveya hevdînan de Şerîf ê serdana Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyeyê bike. Hate ragihandin ku Şerîf di hevdîtinên xwe de dê ji bo muzakreyên di navbera DYA-Îranê û koordînasyonek berfireh a li herêmê hewldanên dîplomatîk bide.