Li gorî rapora Dîwana Çavdêriya Darayî pêdivî bi 200 hezar mamosteyan heye û Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf tekîn da zanîn ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin.
Platforma Şaxên KESK’a Wanê xwest kesên di protestoyên 1’ê Gulanê de hatine binçavkirin û girtin werin berdan.
Berdevka TOP’ê ya Stenbolê Nîlay Kûş a helwesta DÎSK’ê ya li qada 1’ê Gulanê şermezar kir, diyar kir ku bi operasyonên binçavkirin û girtinan hewl tê dayîn sosyalîst bên krîmînalîzekirin û anî ziman ku DÎSK jî bi helwesta xwe ji vê yekê re bû malzeme.
Tora Çand û Hunera Kurdî li eywana Şanoya Bajêr a Amedê 5 kurtefîlm û fîlmek metraj dirêj nîşan dan.
Li gelek bajaran ayînên Cejna Paskalyayê hatin lidarxistin.
Weşanxaneyên kurd ji ber krîza aborî û qedexeyan rojên zehmet derbas dikin. Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Payîzê Jehat Rojhilat got ku ji 10 kesan 5 jê dikarin pirtûkan bikirin û wan jî ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin birya dan ku sehef ava bikin.