Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin

img
ENQERE - Li gorî rapora Dîwana Çavdêriya Darayî pêdivî bi 200 hezar mamosteyan heye û Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf tekîn da zanîn ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin. 
 
Dîwana Çavdêriya Darayî tespît kir ku di sala 2024’an de ji bo Wezareta Perwerdeya Neteweyî pêdivî bi 200 hezar mamosteyan heye. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf Tekîn jî ragihand ku dê 20 hezar mamoste bên tayînkirin. Yek ji sozên AKP’ê yên hilbijartinê ew bû ku mulaqat were rakirin lê Tekîn di daxuyaniya xwe de îşareta ku dê sepana mulaqatê bidomînin da. Tekîn, got ku tevahiya branşan ji bo wî girîng in û dê ji tayînên nû 3 hezar û 263 jê ji bo mamosteyên polê, 2 hezar û 449 ên Perwerdeya Taybet, ji rêberiyê hezar û 597, ji dersa olê hezar û 594 û 968 mamosteyên dersa ingilîzî bên tayînkirin. Tekîn, diyar kir ku ji bo tayinkirina mamosteyan dê ji sedî 50 puana KPSS’ê û ji sedî 50 jî puana mulaqatê esas bê girtin.