Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Belçîkayê xweseriya şaredariyan di bin temînata destûra bingehîn de ye û destwerdana navendê li rêveberiyên xwecihî pir kêm e. Di modela Brukselê de, di pratîkê de hişmendiya komunîteryen di rêveberiya şaredariyê de serdest e.
 
Belçîka pergaleke pirzimanî û nenavendî ye. Bi guhertina destûra bingehîn a sala 1993’yan re wekî "dewletea federal" hat ragihandin. Ji sala 1830’an, dema ku serxwebûna xwe ji Hollandayê bi dest xist, di warê zimanî de dabeşî du komên sereke bûye: Flamanên ku bi Flamanî diaxivin û Valonên ku bi Fransî diaxivin.
 
Bi reformên salên 1970, 1980, 1988-89 û 1993’yan, welat veguherî dewleteke federal a xweser. Beşên 2. û 3. yên Destûra Bingehîn a Belçîkayê, di bin sernava "Civak û Herêmên Xweser" de civakên Flaman, Fransî û Alman nas dike. Ev civak xwedî parlamen, hikumet û xizmetên giştî yên taybet in.
 
Belçîka di cîhanê de yek ji dewletên federal ên herî tevlîhev û xwedî xweseriya herî berfireh e. Federalîzm li ser sê hêmanan birêve diçe:
 
Civak: Sê civakên xweser in Flaman, Fransî, Alman ku li ser bingeha ziman û çandê ava bûne. Ev civak li ser mijarên "taybetî yên kesane" yên wekî perwerde, çand, karanîna ziman, tenduristî û alîkariya civakî xwedî desthilatdar in.
 
Herêm: Sê herêmên xweser ên li ser bingeha erdnîgariyê hene: Flaman, Valon û Herêma Paytexta Brukselê. Herêm di mijarên wekî aborî, hawirdor, karên avahîsaziyê , veguhestin, çandinî û bazirganiya derve de xwedî desthilat e.
 
Dewleta Federal: Hikumet û parlamentoya federal tenê di mijarên wekî parastin, têkiliyên derve, dadgeh, ewlehiya navxweyî, ewlehiya civakî, darayî û projeyên mezin ên binesaziyê de desthilatdar e.
 
MEKANÎZMAYA QANÛNDANÎN Û RÊVEBERIYÊ
 
Parlamentoya Federal ji du meclisan pêk tê: Meclisa Nûneran û Senato. Meclisa Nûneran 150 endamên wê hene û bi hilbijartinê tên ser kar. Senato ji 60 endaman pêk tê ku piraniya wan ji aliyê parlamentoyên civak û herêman ve tên hilbijartin. Parlamentoya herêman û civak jî xwedî mafê qanûnçêkirinê ne.
 
Her civak û herêm xwedî wezîr û hikûmeta xwe ye. Di asta federal de jî serokwezîr û hikumeta federal heye. Serokê dewletê qiral e. Desthilatên qiral sembolîk û temsîlî ne; hêza siyasî ya rastîn di destê hikumet û parlamentoyê de ye.
 
DESTHILATDAR DI DESTÊ ŞAREDARIYAN DE YE
 
Li Belçîkayê xweseriya şaredariyan bi destûra bingehîn hatiye parastin û desthilatên berfireh hatine dayîn. Pergal li ser bingeha "nenavendîbûna xurt" hatiye avakirin û dewleta navendî kêm midaxileyê şaredariyan dike. Ji ber vê yekê dibe ku kalîteya xizmetê, rêjeya bacê û şêwaza jiyanê di navbera du şaredariyên cîran de jî cuda be. Ev yek wekî xurtbûna demokrasiya xwecihî tê dîtin, lê di heman demê de dibe sedema newekheviyê.
 
Meclisên şaredariyan di her mijara ku "berjewendiya giştî" ya herêmê tê de hebe, dikarin biryarê bidin. Şaredar ji aliyê gel ve nayê hilbijartin, ji aliyê meclisa şaredariyê ve tê destnîşankirin. Şaredarî bacên xwe bi xwe diyar dikin. Şaredarî berpirsiyarê polîs, agirkujiyê, komkirina gilêşê, rêyên xwecihî, navendên çandê, malên kal û pîran, zarokistan û pirtûkxaneyan in.
 
KOMÎTEYÊN TAXAN
 
* Ji komên dildar pêk tên û bi erêkirina şaredariyê pêk tên. Rola wan şêwirmendî û navbeynkarî ye.
 
* Hêza wan a qanûnî nîne, tenê pêşniyaran dikin û bêalîbûna siyasî esas e.
 
* Armanca wan teşvîqkirina beşdariya welatiyan û xurtkirina çanda demokratik di asta taxan de ye.
 
* Pirsgirêkên mîna ewlehî, tevger, hawirdor û hêşînkirinê diyar dikin û çareseriyan pêşniyar dikin.
 
* Di navbera welatiyan û şaredariyê (polîs, CPAS - navenda alîkariya civakî) de dibinnavbeynkar.
 
* Giliyên welatiyan digihînin şaredariyê; şaredarî jî bi hîbe û projeyên piçûk (hêşînkirin, çalakî) fînanseya wan dike.
 
LIJNEYÊN ŞÊWIRÊ
 
* Nêrîna pispor û civaka sivîl ji bo polîtîkayên şaredariyê (perwerde, hawirdor, xizmetên civakî) pêşkêş dikin.
 
* Ji bo nûnertiya komên dezavantaj (koçber, kal û pîr) platformeke diyalogê ava dikin.
 
*Raporên nivîskî pêşkêşî meclisa şaredariyê dikin û projeyan dişopînin.
 
* Endamên wan ji aliyê meclisa şaredariyê ve ji bo 4-6 salan tên hilbijartin.
 
* Ne xwediyê desthilata biryardayinê ne, tenê pêşniyarên stratejik peşkeş dikin.
 
XWESERIYA DARAYÎ
 
Şaredarî budceya xwe bi xwe amade dikin, dikarin bacên xwecihî deynin û deynan bike. Her çend ji hikumeta navendê alîkariyê bigirin jî, azadiya wan a xerckirinê pir bilind e.
 
Dahatên Bacê: Bacên li ser dahata kesane, xanî, turîzm, karsazî, reklam û hwd.
 
Alîkariyên Xwecihî/Federal: Pereyên ku ji navendê tên û li gorî krîterên nifûs, hejmara xwendekaran û asta dahatê tên dabeşkirin.
 
Dahatên din: Pereyên ji bo xizmetên mîna nasname, zewac, rûxsata avahiyan û kirêya avahiyên şaredariyê. Ev di bin kontrolê de ne.
 
MODELA BRUKSELÊ
 
Bruksel hem herêmeke federal e û hem jî federasyona ji 19 şaredariyên xweser pêk tê. Li gorî xala 4’an a destura bingehîn, wekî herêmeke "duzimanî" (Fransî û Flamanî) hatiye pênasekirin. Di her 19 şaredariyan de zêdetirî ji sedî 50'i nifûsê bi eslê xwe biyanî ne (Tirk, Fasî, Kongoyî û hwd.). Ev cudahî, şaredariyê neçar dike ku li ser entegrasyona civakî bisekine. Di vê modelê de mekanîzmayên beşdarbûnê (budceya welatiyan, komîteyên taxan) pir pêşketî ne.
 
HIŞMENDIYA KOMUNÎTERYEN
 
Şaredariya Brukselê bi fermî di çarçoveyeke lîberal de kar dike (destûra Belçîkayê mafên kesane esas digire), lê di pratîkê de li ser bingeha komunîteryenê tê birêvebirin. Desthilatî bi piranî li ser civatên zimanî, çandî û şaredariyên xwecihî hatine dabeşkirin. Nêzikatiya 'berjewendiya giştî' piranî wekî 'berjewendiya civata me' tê şîrovekirin. Di şaredariya Brukselê de bandorên pratîkî yên bihêz ên fikra komunîteryen hene, lê dîsa jî ev yek bi awayekî aşkera wekî 'komunîteryenîzm' nayê binavkirin."
 
BEŞDARIYA GEL
 
Budceya Welatiyan: Şaredarî budçeyekî vediqetîne, welatî proje pêşniyar dikin û bi dengê gel ew proje tên pêkanîn.
 
Komîteyên Taxan: Şaredar û meclîs beşdarî civînên taxan dibin û pirsgirêkan nîqaş dikin.
 
Konseyên Şêwirê: Ji bo ciwan, kal, koçber, astendar û hüner, werzîş, hawirdorê konseyên taybet hene.
 
Civînên Meclisê: Ji gel re vekirî ne û welatî dikarin beşdar bibin. 
 
Platformên Dijîtal: Bi rêya dijîtal anket, pêşniyar û gilî tên pêşkêşkirin.
 
Referandûma Herêmî: Mafê referandûma mecbûrî nîne, lê hinek şaredariyan ji bo şêwirê dengdana gel lidar xistine.
 
Sibê: Modela Swîsreyê
 
MA / Dîren Yursever