Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne

img

AMED - Weşanxaneyên kurd ji ber krîza aborî û qedexeyan rojên zehmet derbas dikin. Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Payîzê Jehat Rojhilat got ku ji 10 kesan 5 jê dikarin pirtûkan bikirin û wan jî ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin birya dan ku sehef ava bikin. 

Ji ber krîza aborî, hejmara pirtûkên tên firotin roj bi roj kêm dibe. Pirtûkên ku par bi 100 TL’an dihatin firotin, îsal di navbera 300-350 lîreyan de ne. Vê rewşê jî kir ku hejmara firotina pirtûk ji nîviyê zêdetir bikeve. Pirtûkfiroş ji bo derabeyên xwe neyînin xwarê li ber xwe didin û fikarên wan hene ku bihayê pirtûkan hêj zêdetir bibe. 
 
Li gel krîza aborî, her wiha zext û qedexeyên li ser weşanxaneyan jî didomin. Yên herî zêde ji vê rewşê bibandor dibin jî weşanxaneyên kurdî ne. Herî dawî di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de 3 pirtûkên dîroka kurdan vedigot û peyva “Kurdistanê” tê de derbas dibûn bêyî hincetek were nîşandan hatin komkirin. Di heman demê de gelek pirtûkên bi kurdî jî nagirin girtîgehan. 
 
ZEXTÊN LI SER ZIMANÊ KURDÎ
 
 
Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Payîzê Jehat Rojhilat bandora krîza aborî û qedexeyan vegot. Rojhilat ku di heman demê de li Pirtûkxaneya Payîz Pirtûkê pirtûkan difiroşe, got ku hejmara pirtûkên tên firotin piştî salên 2015-2016’an kêm bûye. 
 
Rojhilat, anî ziman ku di her serdemê de zext li ser pirtûkên kurdî hebû û wiha domand: “Ev rewş di 8 salên dawî de zêdetir bû. Mirov dema pirtûkekê dikirin dibêjin ‘gelo dê tiştek bi serê min bê? Gelo dê tiştekî bibêjin? Kê pirtûk nivîsandiye?’ Kurd an elewî?’ û dikevin nava fikaran. Dema wiha dibêje jî xwendin kêm dibe.”
 
SEPANÊN KEYFÎ YÊN LI GIRTÎGEHAN
 
Bi domdarî Rojhilat diyar kir ku gelek caran bêyî li naveroka pirtûkê jî were nihêrtin, ji ber navê weşanxane û pirtûkê biryara komkirinê tê dayîn. Rojhilat, wiha pê de çû: “Em ji girtîgehan re pirtûkan dişînin lê paşve tên. Li ser nivîsa êm saziyê qebûl nakin’ dinivîsin. Anku bi temamî keyfî ye. Em gelek caran rastî vê rewşê hatin. Jixwe azadiya girtiyan hatiye bisînorkirin û dixwazin li hundir dema xwe baş derbas bikin. Di destê hinek girtiyan de heman pirtûk heye. Dema em dixwazin ji girtiyekê din re bişînin, bi keyfî asteng dikin. Li ser pirtûkê lêkolîn hatiye kirin, bandrol hatiye dayîn û her tişt qanûnî lê dibêjin ‘nabe.’ Carnan mehekê qebûl dikin û meha piştre qebûl nakin.” 
 
BANDORA KRÎZA ABORÎ
 
Rojhilat, anî ziman ku yek ji sedemeke din a kêmbûna hejmara firotina pirtûkan jî krîza aborî ye û wiha got: “Bi destpêkirina krîza aborî re bihayê pirtûkan 5 qet zêdetir bû. Em nikarin pirtûkan bi TL’yê bikirin. Em li ser euro û dolar dikirin. Her ku dovîz bilind dibe bihayê wan jî zêdetir dibe. Dema em pirtûkan dikirin çendek rojan disekinin. Dibêjin belkî heta wê demê dovîz bilind bibe. Sektora me di bin bandora krîza aborî de ma. Ne tenê weşanxaneyên kurdî. Di heman demê de em nikarin pirtûkan çap bikin. Gelek xwîner tên pirsa pirtûkan dikin û ji 10’an ka 5 jê pirtûkan dikirin an na. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê me jî biryara avakirina sehef da. Yên dixwazin dikarin pirtûkan bexş bikin. Ji kesên dixwazin pirtûkan bixwînin, yên pêdiviya wan pê heye re em erzan difiroşin.” 
 
‘PERGAL KURDÎ Û KURDISTANÊ QEBÛL NAKE’ 
 
Ji xwînerên pirtûkên kurdî Rezan Aktulum jî ji ber bihabûna pirtûkan û qedexeyan bi gazinc e. Aktulum, wiha got: “Tişta ku dê civakê rizgar bike, xwendina pirtûkan e. Lê ji ber ku biha ne kes nikare bikire. Dema di nava pirtûkê de peyvên kurdî û Kurdistanê hebin, pergal qebûl nake. Divê ev pirtûk neyên qedexekirin. Ne tenê pirtûk, çalakiyên bi kurdî jî tên qedexekirin. Pergal dibêje; ‘Ez kurdbûna te înkar nakim lê dê bibî kurdê ez dixwazim. Dema dibêjim te bisekine dê bisekinî, dema dibêjim te birûne divê tu birûnî.’ Lê ma bi ser dikeve? Na. Kurd tu caran ji çanda xwe dûr nakevin. Carnan paş dikevin lê her tim di mijara naskirina xwe de bi ser dikevin. Divê kurd beriya her tiştekî hînî zimanê xwe bibin û bixwînin.”