Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran ayînên Cejna Paskalyayê hatin lidarxistin. 
 
Ortodoks û suryanan îro li gelek bajaran Cejna Paskalyayê pîroz dikin. Suryanên Mêrdînê, li Dêra Kirklar a li navçeya Artukluyê ayîn li dar xistin. Metropolît Mor Fîloksînos Salîba Ozmen û Serekrahîbê Dêra Kirklarê Horî Gabrîel Akyuz ayîn birêve birin. Di ayînê de îlahî hatin gotin, oldarên suryan merasîma derbasbûnê li dar xistin. Di merasîmê de Salîba Ozmen têkildarî wate û girîngiya rojê axivî û hêvî kir ku bibe wesîleya aştiya cîhanê. 
 
Suryanan li Dêra Kirklarê kade û çîkolate belav kirin. Di heman demê de hêkên Paskalyayê jî li hev hatin xistin. 
 
Li Hatay û Stenbolê jî Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin.