Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan

img
AMED - Tora Çand û Hunera Kurdî li eywana Şanoya Bajêr a Amedê 5 kurtefîlm û fîlmek metraj dirêj nîşan dan.
 
Tora Çand û Hunera Kurdî ku bi hevkariya Şanoya Bajêr a Amedê, Weqfa Mezopotamyayê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hatiye avakirin, li eywana Şanoya Bajêr a Amedê bernameya nîşandana fîlman li dar xist. Di bernameyê de ewilî kurtefîlmên bi navê “Çerx”, “Gola Cinan”, “Dengê Kilîtan”, “Zimanê Çîya” û “Vejîna Perperokê” hatin nîşandan. 
 
Herî dawî jî fîlmê metraj dirêj ê bi navê “Gava Şitil Mezin Dibin” ku ji hêla Komîna Fîlm a Rojava ve hatiye amadekirin, hat nîşandan. Temaşevanan fîlm gelek ecibandin û bi baldarî temaşe kirin.