Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê girtiyê kurd Enver Xizrî ku 14 sal bûn di girtîgehê de bi dar ve kir. 
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê girtiyê kurd Enver Xizrî yê ji bajarê Mahabadê ya rojhilatê Kurdistanê ku 14 sal bûn di girtîgehê de, bi darve kiriye. Hat diyarkirin ku Xizrî li Girtîgeha Kerecê dihat ragirtin û bêyî destûr were dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike hate bidarvekirin. 
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku girtiyê kurd ê bi navê Xesrew Beşarat jî bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye û duh li girtîgehê sewqî hucreyeke taybet hatiye kirin.