Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di lehiya li Brezîlyayê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 78’an. Her wiha 105 kes jî winda ne. 
 
Li eyaleta Rio Grande do Sul a li başûrê Brezîlyayê ji destpêkê hefteyê heta niha baran dibare û lehî rabûn. Hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 78’an. Her wiha 105 kes jî winda ne. 421 hezar kes ji lehiyan bibandor bûn û xizmeta telefon û înternetê ji 115 navçeyan re nayê kirin. Ji ber ku mal û zevî di bin avê de mane, bi hezaran kes neçar man ku mal û navçeyên xwe biterikînin. Hat ragihandin ku hêj gelek navçe û jîngeh hene ku peywendî pê re nehatine danîn û fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe. 
 
Serokê Dewletê Luiz Inocio Lula da Sîlva cara duyemîn çû herêma karesatê û diyar kir ku di mijara gihandina alîkariya însanî de tu astengî tune ne. Lula da Sîlva wiha got: “Dê burokrasî nikare bibe astengî ku em dîsa vê eyaleta xwe qezenc bikin. Ji bo hîn bêhtir baran nebare ez duayan ji Xwedê re dikim.”