Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn

  • cîhan
  • 12:04 2 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Cambridge ya Ingilistanê di trenekê de bi kêran êriş hate kirin. Di êrişê de 10 kes birîndar bûn ku rewşa 9’an jê giran e. 

 
Li herêma Cambridge ya Ingilistanê, li di trenekê de êrişa bi kêran hate kirin. Di êrişê de 10 kes birîndar bûn ku rewşa 9’an jê giran e. Têkildarî bûyerê 2 kes hatin binçavkirin. Polîsên Ragihandinê yên Ingilistanê bi daxuyaniyekê got ku êriş di roja şemiyê saet di 19.40’ê di treneke ber bi Huntingdonê ve diçû de qewimî ye. Hat gotin ku her 10 birîndar rakirine nexweşxaneyan. Polîsan êriş weke "bûyereke mezin" pênase kirin û diyar kirin ku yekîneya têkoşîna li dijî terorê piştgiriyê dide lêpirsînê.
 
Serokwezîrê Ingilistanê Keir Starmer êriş weke “cihê fikaran e” nirxand. 
 
Şahidên bûyerê jî ji The Timesê re axivîn û gotin ku wan zilamek dîtin ku kêreke mezin di destê wî de bû û rêwî jî ji bo xwe biparêzin ketin hundirê daşiran. 
 
Li Ingilistanê di nava 15 salên dawî de bûyerên tundiyê yên bi kêrê gelekî zêde bûne. Wezîra Karên Hundir a Ingilistanê Shabana Mahmood diyar kiribû ku di nava deh salên dawî de nêzî 60 hezar kêr ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.