ŞIRNEX - Li devera Hergûriyê yê gundê Çêmanê yê navçeya Elkê şewat derket.  
	Li devera Hergûriyê yê gundê Çêmanê yê navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Şewat zêdetirî 3 saetin didome û ji bo vemirandinê mudaxile tê kirin. 
	Ji bo vemirandina şewatê şêniyên gund jî seferber bûne. 
