Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike

  • rojane
  • 19:55 13 Çile 2025
  • |
img

ENQERE - Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder got: "Hem Ocalan û hem jî tevgera Kurd di mijara aştiyê de zelal in. Dema ku dewlet bigihêje asteke zelaliyê, wê demê 'pêvajoya' ya rast wê dest pê bike."

Alîkarê Serokê Meclisa Partiyê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku di Şandeya Îmraliyê de cih digire ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got: "Tişta ku em ji raya giştî cuda dizanin, naveroka hevdîtinên me ye. Dema ku pêvajo bigihêje astekê wê raya giştî agahdar bibe, lê ji xeynî vê tişta em zanin û vedişêrin tineye.”
 
Onder pirsa "Gelo ev nediyarbûn normal e?” wiha bersivand:
 
"Ez nabêjim normal e, lê ev nezalalî ne li ser samîmîbûna pêvajoyê ye an na, li ser konjonkturê ye. Yanî ne tenê em, kesên ku dewlet û aktorên Rojhilata Navîn birêve dibin jî ji bo vê nezelaliyê ji holê rakin hemleyên cuda dikin. Di vê pêvajoya ku em jî tê de ne, hewldana ji holê rakirina vê nediyarbûnê yek jê ye.” Onder bal kişand ser pêşniyar û nirxandinên Rêber Apo yên der barê geşedanên li herêmê û got, "Niha nezelalî ne DYE, ne Îsraîl, ne Îran, ne Tirkiye û ne jî aktorên din ên di qada Sûriyeyê de wê çi bikin zelal bûye. Ne diyar e ku desthilata nû li Şamê wê çi bike û wê çawa Sûriyê ava bike. Ocalan di vê heyama nezelaliyê de pêşniyara xwe ya Rojhilata Navîn daniye holê. Di vî alî de yê herî zelal pozîsyona Ocalan e.”
 
Onder li ser pirsa, "Hûn dikarin helwesta zelal a Abdullah Ocalan vebêjin” bersivand û got, "Ji bo afirandina 'zelaliyê' ne şer, ne pevçûn û ne xetên tûj ên li pêşiya gelan e, ji bo aştî, jiyana bihevre û derbasbûnê sekneke siyasî nîşan dide.” 
 
Onder ev tişt anîn zimên:
 
"Gelo hikûmet di wateya ku em jê re dibêjin ‘aqilê dewletê' wê têxe dewrê, li hemberî nezelaliyê wê bi Kurdan re aştiyê çêbike û bi vî rengî hewl bide li Rojhilata Navîn bibe aktorê sereke, yan wê bi Kurdên Sûriyeyê re ‘di nava lepikê nerm de bibe kulma hesinî’ têkeve nava pevçûneke dijwar? Tişta ku dixwaze xwe bigihînê ev herdu ne.
 
Li gorî min ji ber di vî alî de hîn biryareke zelal nedaye Tirkiye di vê pêvajoyê de ne zelal e. Li aliyê din yên ku berdêla aştiyê dane, bi taybetî jî civaka Kurd hin fikarên wan hene. Gelek derdor rewşa ruhî ya civakê weke ‘xweşbîniya bi fikar” pênase dikin. Normal e ku di demên wiha de fikar hebin. Her wiha ev civak xwedî feraset û tecrûbeye. Ji tiştên jiyaye ders derxistine. Ji bo têgihîştina vê serdemê xweşbîniya bi tedbîr şeklê aqilmendiya civakê ye. Ev xweşbîniya tebdîr di rastiyê de tê wateya ne tenê nebûna bendewariyan di heman demê de ji bo aştiyê jî tê wateya afirandina xebatê. Divê aştî daxwaza hevpar a her kesê ku li van xakan dijîn be û ji bo ku em bigihêjin vê yekê divê em hemû bi kedên ku heta niha hatine dayin bêhtir bidin.
 
(...) Erê, dema mirov li hin derdoran dinêre bi rastî jî sosret e. Bi taybetî li van derdoran ger ku Kurd razemeniya 'aştiyê' bikin wê derfeta mezin, ango îhtîmala serxwebûna Kurdistanê ji dest bidin. Îcar eger niha aştî çênebe, wê deriyên derfetan li ber Kurdan vebin? Kurd wê ji nakokiya hêzên mezin rizgar bibin û bigihîjin azadiyê? Ev îhtîmalek e ku xetereyên mezin hildigire. Ocalan ji destpêkê ve amaje bi wê yekê dike ku eger Kurd vê rîskê bigirin ser milê xwe, wê bi xwe re karesateke dîrokî û serketineke dîrokî jî bîne. Teoriya konfederalîzma demokratîk a Ocalan li ser van her du îhtîmalan ava bûye. Yanî Ocalan ne ku 'ne Kurdistanî bû', ji ber ku ewlekariya Kurdan û her wiha azadiya wan esas girtiye, teorîyeke bi vî rengî daniye holê. Ji du meylên dewletê yên cuda du nêzîkatiyên ji bo Ocalan hene ku dibêjin êdî dema pêkanîna vê teoriyê hatiye. Ji ber vê yekê hem Ocalan û hem jî tevgera Kurd di mijara aştiyê de zelal in. Dema ku dewlet bigihêje asteke zelaliyê, wê demê 'pêvajoya' ya rast wê dest pê bike. Dibe ku ji vê pêvajoya heta niha navê 'pêvajoya çareseriyê' neyê kirin. Lê divê aştî weke yek ji gavên girîng û pêşî yên çareseriyê bê dîtin.
 
Weke şande em li ser pêşxistina xebatan bi erênî sekinîn. Bê guman çi ji destê me tê em dikin û hewl didin rê li ber van geşedanên neyînî bigirin. Lê ne tenê berpirsyariya me di heman demê de berpirsyariya hemû civakê ye ku tevî vê pêvajoyê bibin û bigihînin encamê. Ji ber vê yekê her ku pêvajo bi pêş ve diçe, wê derfeta me hebe ku em li ser hin tiştan zelaltir biaxivin."
 
 
MA/Mehmet Aslan
 

Sernavên din

17/01/2025
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin