Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin

  • rojane
  • 10:40 26 Çile 2025
  • |
img

RIHA -  Eyşe Efendî diyar kir ku sînorên 100 sal berê di navbera Kurdan de hatine danîn 10 sal berê li Kobanê hatine bêwatekirin û wiha got: “Li Kobanê ev 10 sal in saet ji 3 kêm 10 deqe ye û têkoşîna azadiyê didome.”

Çirûska ewil a “Şoreşa Rojava” ya 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê hate vêxistin. Kobanê, 10 sal berê ji dagirkeriya DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Di encama berxwedana 134 rojan de Kobanê serkeftineke dîrokî bi dest xist. Kobanê, di 26’ê Çileya 2015’an saet 14.50’ê de hate rizgarkirin û rizgarkirina Kobanê, bû destpêka têkçûna DAIŞ’ê ku tirsa xwe li hemû cîhanê belav kiribû. 
 
DAIŞ a ku baskekê El Qaîdeyê bû û bi destê hêzên serdest hate mezinkirin, di demekî kin de Mûsil a Iraqê û Reqa ya Sûriyeyê dagir kir. Piştre jî berê xwe da Şamê. Li gorî îfadeyên DAIŞ’iyên teslîm bûn, ji nişka ve berê wan dan Kobanê ku ji siyaseta Rêya 3’yemîn tawîz nedida. DAIŞ a ku bi çekên giran ên artêşa Iraqê li pey xwe hiştibû êriş dikir, di 2’yê Cotmeha 2014’an de ji 354 gundên Kobanê 350 jê dagir kir. Di 5’ê Cotmehê de jî xwe gihand Girê Miştenûrê ku cihê herî bilind ê Kobanê ye. DAIŞ, bi saya çalakiyên fedaî yên fermandarên YPJ’ê Arîn Mîrkan û Rîvanayê hate sekinandin. 
 
Şervanekê YPG’ê serkeftina Kobanê ya piştî berxwedana 134 rojan bi van gotinan li dîrokê neqişand: “26’ê meha Çile 2015’an. Kobanê rizgar bû. Saet 3 kêm 10 deqe.”
 
Eyşe Efendî ku weke Yadê ya Kobanê tê naskirin, bi wesîleya salvegera rizgarkirina Kobanê axivî. 
 
KURD LI KOBANÊ BÛN YEK
 
Di dema êrişên dijwar ên ser Kobanê de Eyşe Efendî Hevseroka Dîwana Meclisa Gel a Rojava bû û niha jî Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ye. Eyşe Efendî, got: “Dîroka reş a Kurdan, bi berxwedana Kobanê ronî bû.” 
 
Eyşe Efendî, bi bîr xist ku Kurdistan 100 sal berê bi Peymana Lozanê re di navbera 4 netewe dewletan de hatiye parçekirin û wiha pê de çû: “Kurdên li 4 parçeyan hatin dabeşkirin, 10 sal berê li Kobanê hatin gel hev û nîşan dan ku bûne yek. Ciwan û jinên 10 sal berê li Kobanê hatin gel hev, xwîna wan tevî xwîna hev bû. Sînorên di navbera me de hatibûn xêzkirin, 10 sal berê êdî bêwate bûn. Sînorên her çar parçeyên Kurdistanê 10 sal berê bi berxwedana Kobanê bûne yek. Yekitiya neteweyî ya Kurdan, li Kobanê pêk hat. Pêşmergeyên xwedî şeref û namûs derbasî Kobanê bûn. Gelê bakurê Kurdistanê û Rojava bû yek. Pirsûs bi Kobanê re bû yek. Dilê her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya Kobanê lê ket.”
 
‘MÎRATEYA BERXWEDANA APOYÎ’
 
Bi domdarî Eyşe Efendî anî ziman ku berxwedana Kobanê hêza xwe ji têkoşîna azadiyê ya Kurd a di sala 1978’an de hatiye destpêkirin digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mîrateyeke berxwedana Apoyî ya 50 salan heye. Ev mîrateye 10 sal bûn di dilê gel de kom dibû. Gel, ev mîrateye di sala 2014’an de da der. Gelê Kurd ev firsenda berxwedanê paşguh nekir û bi berxwedaneke bêhempa herf bi herf bi xwîna xwe nivîsand. Gelên Sûriyeyê strarta şoreşê di sala 2011’an de da. Ji nava vê şoreşê Şoreşa Rojava derket. Şoreşa Rojava jî bi xwe re şoreşa jinê anî. YPJ li Kobanê li ser navê hemû jinên cîhanê têkoşiya. Li Kobanê jinan li pêşiya her kesî li ber xwe dan û bûn pêşengên şoreşê. Lewma Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê li dîrokê hate nivîsandin.” 
 
‘KOBANÊ BI SERBILINDÎ LI SER PÊYA YE’
 
Eyşe Efendî, got ku di demeke netewe dewlet li hemberî DAIŞ’ê yek bi yek têk diçûn de gelê Kurd û dostên wan li ber xwe dane û ev tişt anî ziman: “Ji sedî 80’ê Kobanê hilweşiya. Hate dagirkirin. Emîrê DAIŞ’ê Erdogan digot; ‘Kobanê jî ket, dikeve.’ Bi ser re 10 sal derbas bûn lê Kobanê hêj jî bi serbilindî li ser pêya ye. Niha li Kobanê pergaleke demokratîk a ku mînaka wê tune ye hatiye avakirin. Me ji bo vê bi hezaran şehîd da. Bi hezaran ciwanên me, jinên me canê xwe dan. Kobanê, 10 sal berê îro saet 3 kêm 10 deqeyan hate rizgarkirin û têkoşîna azadiyê ev 10 sal in didome.” 
 
‘BERXWEDAN LI TIŞRÎNÊ DIDOME’
 
Eyşe Efendî, bal kişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 22’yê Îlona 2014’an de ku digot; “Ketina Kobanê, ketina tevahiya Kurdistanê ye. Bila her kes li gorî vê rastiyê tevbigere.” û wiha got: “Vê bangawaziyê rê li ber rizgariya Kobanê vekir. Her kes bi ruhê seferberiyê berê xwe da Kobanê. Ne tenê Kurdan, enternasyonalên ji çar aliyên cîhanê jî guh dan vê bangê. Ev banga Rêber Apo hêj jî derbasdar e. Divê îro jî her kes li gorî vê bangê tevbigere. Em bi vê zanebûnê têdikoşin. Dîro careke din xwe dubare dike. Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê dîsa xwe dubare dike. Tişrîn êdî ne tenê bendaveke, ew qada berxwedanê ye. Ev bendav bû bendava şehîdan. Xelk mirinê dide ber xwe û bêyî dudilî diçe bendavê û nobetê digire. Her dirûşma ‘şehîd namirin’ a li wir tê berzkirin, êdî ji dirûşmbûnê derdikeve.” 
 
‘ŞER Û AŞTÎ BI HEV RE NABIN’
 
Eyşe Efendî, bal kişand ser hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û axaftina xwe wiha qedand: “Li rexekî bi Rêber Apo re hevdîtinê dikin, li rexa din jî komkujiyan dikin. Siyaseteke durû dimeşînin. Aştî û şer bi hev re nabin. Komkujiyên Enfal, Helebçe, Dêrsim, Newala Qesaba îro li Rojava tên domandin. Dema Erdogan dibêje ‘Bila li Xezeyê zarok nemirin’, li Rojava zarokên Kurdan bombebaran dike. Em bi vê durûtiyê dizanin. Ji bo Xezeyê aştiyê dixwaze lê komkujiyan li Kurdan ferz dike. Em vê qebûl nakin. Em emîrê DAIŞ’ê Erdogan nas dikin. Li dijî vê hewceye her kes berê xwe bide Şoreşa Rojava. Divê Kurd û dostên wa li her derê bibin dengê Rojava. Divê sozên ji bo Kurdan hatine dayin tenê di gotinê de nemînin. Hewceye her kes bi awayekî fiîlî bikeve nava tevgerê. Ji bo aştî û aramiyê divê her kes li dijî êrişên ser Rojava gotina xwe bike û dengê xwe derxîne.” 
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

31/08/2025
12:51 Kolombiyayê îxrackirina komirê ya ji Îsraîlê re bi temamî qedexe kir
12:50 Civaknasê Amerîkayî Calhoun piştgirî da pêvajoyê
12:05 Li Sûriyeyê 800 kesayetan ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan
12:05 Ji bo ‘Meşa Aştiyê’ ya li Agiriyê banga tevlibûnê
11:46 Akademîsyen Berwarî: Iraq di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin
11:07 Mazlum Ebdî: Sûriye dê nebe Sûriyeya beriya 2011’an
10:56 Li ser X’ê hashtag a #RojinİçinYargıYolunuAçın hate vekirin
10:47 Hamasê mirina Muhammed Sînwar piştrast kir
10:44 Redkarên wijdanî ji bo komîsyon li wan guhdarî bike serlêdan kirin
10:03 ‘Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin’
09:45 Hejmara 131’emîn a kovara Jinê derket
09:36 Guzel ê piştî 33 salan hate berdan: Divê Komîsyon erka xwe pêk bîne
09:12 Daxwaza Komeleya Lêkolînên Kurdî: Ji Kurdî re statu, perwerdeya bi Kurdî
09:00 Qeydên ANKA-DER’ê dest pê kirin
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN
30/08/2025
17:01 Li Qamişloyê panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve’
16:40 Meclisa Ziman a Konseya Bajêr rêveberiya xwe diyar kir
16:20 Rêveberiya Nûnertiya TUAY-DER a Êlihê diyar bû
16:11 Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
16:06 Daxwaza edaletê ya xizmên windayan didome
16:04 Roja Windakirinên Bi Zorê: Ji ÎHD’ê 10 daxwaz
15:51 Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
15:42 Ji bo girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Emîn Aladag daxwaza berdanê
15:33 Li daristanên Westanê şewat derket
15:24 Bafil Talebanî bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî
15:07 Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
14:02 Li Kerboranê agir bi daristanê ket
13:47 Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn
13:23 Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e
13:22 Bi girtiyan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin
13:17 Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbolê diyar bû
12:46 Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn: Em ê piştgriyeke mezin bidin pêvajoyê
12:45 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 39 çete hatin girtin
12:43 Piştî hat berdan bi 7 mehan jiyana xwe ji dest da
12:38 Banga meşa 1'ê Îlonê ya Amedê
11:53 Endamê Komîsyonê Ekmen: Demokrasî û edaletê baweriya bi pêvajoyê xurt bike
11:38 Li Rihayê mirineke biguman
11:07 Li Behra Reş gund bi gund civînên pêvajoyê: Fikar û pêşniyar bi Ocalan re hate parvekirin
10:07 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Em bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin
09:44 Şaredariya Erdîşê tevî deynan jî xizmeta ji bo gel paşguh nake
09:39 Birca dîrokî ji gel re girtî ye
09:26 Parêzer Akin: Tecrîd didome, bendewariya gel gavên berbiçav e
09:12 ‘Berdana girtiyên nexweş gava herî berbiçav a ji bo aştiyê ye'
09:03 Ji ESP'ê xebata civakîkirina pêvajoyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2025'AN
08:51 Li Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon
08:36 Li Rihayê navçe bi navçe xebatên ji bo 1’ê Îlonê didomin
29/08/2025
21:01 Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin
20:59 Li Şirnexê ferzkirina sîxurtiyê ya li xwendekaran hat protestokirin
16:26 Li Silêmaniyê helîkopterek kete xwarê
16:25 Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
16:24 Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
16:05 Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
15:23 Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin
14:53 Dogrudemîr piştî 30 salan hate berdan: Em ê ji banga Ocalan re bibin bersiv
14:36 SOHR: Li Siwêdayê hejmara miriyan gihîşt 2 hezaran
14:12 NY: Di 8 mehan de li Îranê 841 kes hatin darvekirin
14:05 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Pêşniyarên tên kirin ji bo me biqîmet in
13:59 Sekreterê Giştî yê NY’ê ji bo Xezeyê Îsraîl hişyar kir
13:50 Îsraîlê ‘agirbesta’ li Xezeyê bi dawî kir
13:38 Sergardiyanê Girtîgeha Dumluyê êrişî girtiyan kir
12:50 DBP’ê têkildarî êrişa li Nîgdeyê daxuyanî da
12:32 ‘Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat’ di roja 3’yan de didome
12:20 Di êrişa li dijî karkerê Kurd de şaredarê MHP’î xwest mudaxileyê girtenameyê bike
11:49 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê
10:34 Banga 1’ê Îlonê: Ji bo daxwaza demokrasiyê em li Kadikoyê li benda we ne
10:23 Êdî bazar jî gelek biha ye
10:17 Ekîn Yeter Moray: Divê komîsyon guh bide Abdullah Ocalan
10:14 'Neqebûlkirina ziman, neqebûlkirina aştiyê ye'
10:03 Ocalan: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne
09:50 Bernameya 1’ê Îlonê ya Êlihê diyar bû
09:43 Li Basayê bîra sondajê ya nû tê vekirin: Texrîbat dê zêdetir bibe
09:08 Serokê Giştî yê PSAKD'ê: Ji bo aştiyeke rast divê Ocalan serbest bê berdan
09:07 Ji komîsyonê re ragihandin: Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:03 Belgefîlma bîra berxwedêr: Bîra Sûrê
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2025’AN
08:45 Nîjadperestan li Nîgdeyê êrişî karkerên Kurd kirin
28/08/2025
17:23 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:14 SOHR: Hîkûmeta Demkî 95 Durzî qetil kir
16:05 Salih Muslim: Rojava dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe projeya aştiyê
15:24 Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 ‘Êrişkirina goran, bêwijdanî ye’
14:28 Bafil Talabanî: Ji bo cîhaneke demokratîk divê em bi hev re bixebitin
14:23 TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
13:48 Dengbêj Eda Mehdo bi stranan xwe ve hate definkirin
13:48 Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
13:44 Arinç: Divê mafê hêviyê teqez bê cibîcîkirin
12:19 Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da
12:16 TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne
12:08 DFG’ê rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr anî
11:24 Îsraîlê li Şamê operasyona bejahî kir
11:17 Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 10 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
11:11 Serokên Meclisê yên berê tev li civîna komîsyonê bûn
11:07 Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û DYA’yê de li ser çi hate axaftin?
10:58 Trump civîna ‘Xezeyê’ li dar xist
10:43 Şahidê nîvsedsalê Aykol: Tişta ku îro li ser maseyê, çîroka ji duh ber bi îro ve hatiye veguhestin e
10:20 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:02 Kursên Kurdî dest pê dikin
09:52 Tehliyeya Ay bi hinceta 'pêvajo şîrove nekir' ji bo 3 mehan hat taloqkirin
09:51 Karsazê AKP’î guh neda biryara darazê: Gund wêran kir