21 wekîlan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji YE’yê re name şandin

  • rojane
  • 11:34 29 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Parlamentoya Ewropayê 21 parlamenteran ji Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê re nameyek şandin û xwestin ku ji bo pêşîlêgirtina êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zextê li dewleta tirk bikin. 

21 parlamenterên ji Parlamenta Ewropayê li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlekariyê û Karên Derve ya Yekitiya Ewropayê û Alîkara Seroka Komîsyona Ewropayê Kaja Kallas re nivîsîn û bang li Komîsyona Ewropayê kirin ku bi erka xwe rabe.
 
Nameya parlamenterên ji Çep a Yekbûyî ya Ewropayê, Kesk/Koma Azadiyê ya Ewropayê, Koma Çep a Parlamenta Ewropayê, Koma Reformîst û Muxafazakaran a Ewropayê, Tifaqa Demokrat û Sosyalîstan û parlamenterên serbixwe bi vî rengî ye:
 
"Birêz Kallas,
 
Em fikarên xwe yên li ser Sûriyeyê bi taybetî jî li ser paşeroja gelê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi we re parve dikin.
 
Rêveberiya Xweser mîna we daxwaza Sûriyeyeke aştiyane, pirrengî, aram dixwaze ku ji aliyê gelê Sûriyeyê ve were birêvebirin. Di valahiya siyasî ya ji ber Şerê Navxweyî yê Sûriyeyê de ji kêliya ku kontrola herêmê xiste destê xwe û vir ve, her wiha piştî ku herêm ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, ev pîvan bû bingeha sîstema Rêveberiya Xweser. Di nava şerê navxweyî de jiyaneke bi hev re ya aştiyane û giraveke ji mafên jinan ava kirin û ev yek ji bo tevahiya Sûriyeyê weke modelekê nîşan da ku xwe weke parçeyek ji Sûriyeyê dibîne.
 
Lê belê niha ku dema biryardanê li ser Sûriyeyê ye, ev modela aştiyane, pirçandî û femînîzmê di bin êrişên belasebep ên milîsên dewleta Tirk de ye û di bin gefa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de ye.
 
Di vê demê de ku li ser paşeroja Sûriyeyê bi gelek aliyên cuda re hevdîtinên cuda û danûstandin têne kirin, qala tevlîbûna Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li danûstandinan û entegrasyona wan a li Komara Sûriyeyê ya nû tê kirin. Rêveberiyeke nenavendî pêşniyar dikin û di heman demê de destnîşan dikin ku li hemberî metirsiyên derve dikarin xwe biparêzin.
 
Ev encamên hevdîtinên hesas û girîng ji bo Sûriyeyê û paşeroja wê gelekî girîng e. Em vê nivîsê dinivîsînin, ji bo Komîsyona Ewropayê bandora xwe bi kar bîne, piştgiriyê bide vê civaka demokratîk û xweşbîn, zextê li Tirkiyeyê bike ku êrişkariya xwe bisekinîne.
 
Em bala we bi taybetî dikişînin ser rewşa li Bendava Tişrînê ku li ser çemê Firatê ye ku di bin êrişa dewleta Tirk de ye. Ev êriş bû sedem ku heta niha nêzî milyonek mirov ji elektrîk û çavkaniyên avê bêpar bimînin û rîsk heye ku eger bendav hilweşe wê felaketeke mezin rû bide. Herikîna avê dikare Bendava Tebqayê jî derbas bike û hilweşîn dikare bigihêje heta Iraqê, bibe sedem ku bi sed hezaran penaberên nû rû bidin. Gelê xwecihî ku ji bo balê bikişîne ser vê gefê, li bendavê xwepêşandanên şermezarkirinê lidar dixe, lê belê gelek caran ji aliyê hêzên hewayî yên Tirkiyeyê ve hate bombekirin û herî kêm 17 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên sivîl dewam dikin. Ji destpêka meha Kanûnê û vir ve di êrişên Tirkiyeyê de nêzî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ambûlans hatinb ombekirin, sûîqest li rojnamevanan hate kirin û depoyên genim hatin xerakirin.
 
Her wiha em fikarên xwe yên li ser bi hezaran mehkûmên DAÎŞ'ê û malbatên wan ên radîkalbûyî tînin ziman ku ji bo xilasiya ji dîlgirtinê hêviya xwe bi Tirkiyeyê ve girêdane.
 
Em hêvîdar in ku Yekitiya Ewropa li hemberî vê destwerdana hilweşîner û derve ya metirsîdar, piştgiriyê bide pêşketinên mînak ên bi pêşengiya Sûriyeyiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, başiya wan ji bo paşeroja Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn e, ji bo ewlehiya me hemûyan e.”
 
PARLAMENTERÊN NAME ÎMZE KIRIN 
 
Parlamenterên ku mohra xwe danîne binê nameyê ev in:
 
* Per Clausen 
 
* Leoluca Orlando 
 
* Andreas Schieder 
 
* Pernando Barrena (GUE/NGL)
 
* Leila Chaibi (GUE/NGL)
 
* Ozlem Demîrel (GUE/NGL)
 
* Sebastian Everding (GUE/NGL)
 
* Emmanouil Fragkos 
 
* Hanna Gedin (GUE/NGL)
 
* Elisabeth Grossmann (S&D)
 
* Hannes Heide (S&D)
 
* Nathalie Loiseau (Renew)
 
* Vincent Marza Ibanez 
 
* Costas Mavrides (S&D)
 
* Nikos Papandreou (S&D)
 
* Thijs Reuten (S&D)
 
 
* Ilaria Salis (GUE/NGL)
 
* Guenther Sidl (S&D)
 
* Jonas SJöstedt (GUE/NGL)
 
* Maria Cecilia Strada (S&D)
 
* Maria Zacharia 
 

Sernavên din

04/09/2025
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin
21:40 Li Amedê bi deh hezaran kes meşiyan: Em nêzî azadiyê ne
19:58 Di çalakiyên 1'ê Îlonê de doza azadiya Ocalan hat kirin
19:32 Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke
19:13 Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê de posterê mezin ê Ocalan hat vekirin
15:12 Çalakiyên 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê divê biisrar û wêrek bin
14:49 Li Şirnexê li qada komirê şewat derket
14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin
09:00 ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN
08:54 Li Efxanistanê erdhej: Herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dan
31/08/2025
22:41 Îsraîl: Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyde hat kuştin
22:36 Li Xarpêtê çalakiya 1'ê Îlonê
22:29 Tulay Hatîmgûllari: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
21:27 Bakirhan: Piştî vê saetê hûn nikarin Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de hepsî bikin
21:18 Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe
18:43 Polîsan nehişt şîna Şîrîn Işikê bê danîn
18:34 Li Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran mîtînga aştiyê
18:30 Li Agiriyê banga meşa aştiyê
16:23 Ji Abdullah Ocalan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne temeniyek, rastiyeke şênber e
16:16 Di ‘Mitînga Aştiyê’ de posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin
14:33 'Mitînga Aştiyê' ya Stenbolê: Divê pêşiya pêvajoyê were vekirin
14:31 'Madem em ê di dewletê de cih bigirin wê demê nasnameya Kurdan qebûl bikin’
14:09 Şîna Bahaddîn Ay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
13:53 NY’ê ji bo Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand