Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin

  • rojane
  • 10:59 31 Çile 2025
  • |
img
HATAY - Girtiyê nexweş Siddik Guler ku nikare bimeşe xwest jê re erebeya astengdaran were dayin lê rêveberiya girtîgehê got “dema pêdiviya wî pê dibe bi kar tîne” û ev daxwaz red kir. 
 
Binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibin. Girtiyê nexweş Siddik Guler ku di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, xwest jê re erebeya astengdaran were dayin lê daxwaza wî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hate redkirin. Guler, li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn a Hatayê tê ragirtin û Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi vê hincetê daxwaza Guler red kir: “Li qawîşa hikûmxwar lê tê ragirtin û li girtîgeha me erebeya astengdaran heye û dema pêdivî pê dibe bi kar tîne.” 
 
Nexweşiyên Guler ên weke hîpertansiyon, dil û romatîzmaya gehikan hene. Guler, ji ber sedemên siyasî ji sala 1994’an heta niha girtî ye. Guler, di sala 1994’an de piştî pevçûneke li Amedê hate binçavkirin, di bin çavan de hate îşkencekirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “bi çeka xwe ya birûxset tev li pevçûnê bûye” cezayê muebbetê lê hate birîn. Guler, di sala 2000'ê de hate tehliyekirin û dadgehê bi hinceta “hesaba xelet a înfazê” dîsa girt. Guler, li gelek girtîgehên Tirkiyeyê ma ye û ji ber îşkenceyê û mercên giran ên girtîgehan, ket rewşekî ku êdî nema dikare bi tena serê xwe bijî. D 29’ê Adara 2022’yan de bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hate kirin. Pêdiviyên wî ji hêla hevalên wî yên qawîşê ve tên pêşwazîkirin û bêyî erebeya astengdaran nikare bijî. Guler, di 12’ê Cotmeha 2024’an de bi îdiaya “tedawiyê qebûl nake” sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate kirin. 
 
DAXWAZA EREBEYA ASTENGDARAN HATE REDKIRIN 
 
Parêzera Guler, Mehtap Sert di 24’ê Çileyê de bi daxwaza ku erebeya astengdaran bidin miwekîlê wê serîli Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê da. Dozgeriyê, ji bo nirxandina daxwaza erebeya astengdaran xwest Serokatiya Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê bicive û biryarê bide. Lijne, di 29’ê Çileyê de civiya. Lijneyê got ku Guler bi sedemên siyasî hatiye girtin û got: “Di 12-10-2024’an de piştî tedawiya wî qediyayî ji Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hate sewqkirin. Her çende hatibe xwestin ku jê re erebeya astengdaran were dayin jî, hukmên Madeya 12’emîn a Rêziknameya têkildarî Alav û Amûrên Girtîgeh Dikarin li Cem Xwe Bigirin heye. Her wiha li qawîşa hikûmxwar lê dimîne erebeya astengdaran heye û heke hewce bike dikare bi kar bîne. Hikûmxwar li qawîşa A/23’yê tê ragirtin û li odeyê bi 11 kesan re dijî. Bi vê sedemê jî daxwaza bi dîroka 24-01-2025’an hatiye redkirin...” 
 
'DIBE KU EMRÊ WÎ BI TÊRÎ DÎTINA ENCAMÊ NEKE’ 
 
Parêzer Mehtap Sert bal kişand ser rapora Nexweşxaneya Lêkolînê ya Ataturkê ya Îzmîrê ya têkildarî “Kalbûn û nebihîstinê” û got ku tevî raporê jî miwekîlê wê nayê berdan. Mehtap Sert, wiha domand: “Bi zor û zehmet dimeşe lewma malbatê xwest jê re erebeya astengdaran were peydakirin. Lê belê rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku di lîsteya kantînê de nîne, ev daxwaz red kir. Piştî hevdîtinên me, midûrê girtîgehê got ku dê nêrîna wezaretê bipirsin û piştre pêvajo were destpêkirin. Di 24’ê Çileyê de me bi nivîskî serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê da. Di 30’ê Çileyê de jî Lijneya Îdare û Çavdêriyê biryara redkirinê teblîx kir. Mixabin di biryarê de me tu hincet nedîtin. Li rexekî girtiyekî 85 salî yê nexweş ku rapora wî ya ‘kal bûye’ heye, li rexa din jî pêvajoya çareseriyê. Heke armanc aştî be, divê Siddik Guler were berdan. Ji malbata xwe dûr e û daxwaza wî ya erebeya astengdaran tê redkirin. Em ê li dijî biryarê îtîraz bikin. Lê belkî emrê wî bi têrî dîtina encamê neke. Divê êdî girtîgeh dev ji pergala cezakirinê ya cuda ya girtiyên nexweş berdin.” 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen 
 

Sernavên din

09/09/2025
12:08 Prof. Wallis: Ocalan ji bo tevgerên dij-kapîtalîst hêviyê dide
11:52 Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
11:52 Ozel pirsa têkildarî hevdîtina bi Ocalan re bersivand: Komîsyon dikare nîqaş bike
11:37 Li Nepalê çalakiyên li dijî qedexe û nelirêtiyan didomin
11:25 Li Amedê ji bo alîgirên îktîdarê îhaleya taybet
11:07 Berdevka DEM Partiyê: Ocalan got ‘tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene’
10:51 Meclisa şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin cara duyemîn civiya
10:43 Îsraîlê gefa êrişeke nû ya li dijî Xezeyê xwar
10:04 Li Gabarê birîna daran didome
10:00 Karkerên Mexmûrî yên ji bo kar çûn Bexdayê 15 roj in binçavkirî ne
09:15 Endamê RTUK'ê Îpekyuz: Divê RTUK weşaneke li ser esasê aştiyê teşwîq bike
09:14 Îdareya girtîgehê sal û nîvek e di pirtûkekê de li Ocalan digere
09:04 Di dema nîqaşên li ser aştiyê de li Mûşê girtîgeh tê çêkirin
09:04 Komîsyona Meclisê dê li rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl guhdar bike
09:03 Turkmen ku 33 salan di girtîgehê de ma: Divê em li ser 'em ê çawa bi ser bikevin' bisekinin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2025'AN
08/09/2025
21:48 Li Amedê ji bo kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bîranîn
19:18 Bi milyonan zarok ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dest bi dibistanê kirin
18:03 Li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê 10 kes hatin binçavkirin
17:17 CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire
15:55 Şînên Demîr û Tutal ên li Nisêbînê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:30 KNK'ê bang li KE’yê kir ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryara xwe bide
14:51 Di 8 mehan de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin
13:53 Şîna Sabriye Dumanê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:51 Şewata li Şemzînanê didome
13:46 Li Bajarê Nû dê ‘Rojên Çand û Hunerê’ bê lidarxistin
13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir