STENBOL- Ayla Akat Atayê diyar kir ku ew ê têkoşîna aştiyê ya Sirri Sureyya Onder bidomînin û got: "Ev mîras e û di heman demê de îrade ye. Em amade ne ku berdêla vê yekê bidin."
Ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ê ku di 3'yê Gulanê de li nexweşxaneya ku li Stenbolê lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da û di 4'ê Gulanê de hat oxirkirin, bi taybetî li Stenbolê ji bo wî li gelek navendan sersaxî hatin lidarxistin.
Ji hemû beşên civakê û siyasetê gel serdana sersaxiyê kirin. Siyasetmedar Ayla Akat Ata ku di nava kesên ku serdanên sersaxiyê qebûl kirin de cih girt, têkildarî têkoşîna Sirri Sureyya Onder ku di pêvajoya sala 2013’an de bi wî re xebitîbû, axivî.
Ayla Akat Atayê anî ziman ku di navbera salên 2011-2013'an de bi hev re xebitîne û wiha got: "Wê dema xebatê ji bo me hînker bû. Ji nêz ve firsend da me ku em wî nas bikin. Nasnameyeke girîng; rêhevalekî xwedî şêwazeke cuda, nêrîna li jiyanê bû. Îdiayeke me hemûyan hebû ji bo şîrovekirina jiyanê. Sirri jî xwedî îdia bû, xemên wî ji bo jiyanê hebûn. Belkî ya herî zêde me anî cem hev jî, rewşa pevçûnî ya li welêt û şerê li welêt bû. Di têkoşîna ji bo aştiyê de, gava em li ser Maseya Destûra BIngehîn rûniştin, me pirsî ku dê peymana civakî çawa pêk bê. Me di her sernavî de ji welatîbûna wekhev heya perwerdehiya bi zimanê zikmakî de me ev yek nirxand. Hevalê me rêya xwe ya bi çûna giravê domand û her hevdîtin gelek tişt lê zêde kirin. Wî jî li me û civakê zêde kir."
Ayla Kata Atayê bilêv kir ku ya ku taybetmendiyeke ku Onder girîng kiriye jî bi zanebûnê daxilbûna nava pêvajoya aştiyê bûye û got ku pevçûn hêsan e lê aştî zehmet e.
Ayla Akat Atayê destnîşan kir ku Sirri Sureyya Onder ne mirovekî ji rêzê bû, endamê Şandeya Îmraliyê bû û berpirsiyareke girna hilgirtibû ser milê xwe.
Ayla Akat Atayê bal kişand ser pêvajoya nexweşxaneyê jî û got ku ev pêvajo nîşan da ku gava bê xwestin pêkanîna vê mîrateya ku Onder daniye holê çawa pêk tê û tê civakîkirin.
Ayla Akata Atayê destnîşan kir ku ew ê di her şert û mercî de ji bo aştiyê bitêkoşin û got ku divê civaka Tirkiyeyê ji bo aştiyê berpirsiyariyê hilgire. Ayla Akat Atayê bilêv kir ku li gelek deverên cîhanê jiyanîkirina vê pêk hatiye û got ku Sirri Sureyya Onder jî ji bo vê ked daye.
Ayla Akat Atayê anî ziman ku têkoşîna Onder wesiyet e û got ku ew ê têkoşîna aştiyê ya Sirri Sureyya Onder bidomînin.
Ayla Akat Ata got: "Ev mîras e û di heman demê de îrade ye. Em amade ne ku berdêla vê yekê bidin."
MA / Yeşîm Tukel