STENBOL - Rojnamevan Aykan Sever gera Donald Trump a li Rojhilata Navîn nirxand û diyar kir ku ji aliyekî ve sermayeya Ereban dixwaze û ji aliyê din dixwaze ji nû ve bawerî bide derdora xwe.
Serdana yekemîn a fermî ya Serokê DYA’yê Donald Trump a li Rojhilata Navîn dê navbera 13 û 16'ê Gulanê pêk were û serdan duh dest pê kir. Di bernameya serdanê de Erebîstana Siûdî, Qatar û Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî cih digirin.
Di bernameya serdanê ya 4 rojan de ewilî çû serdana Erebîstana Siûdî û bi welîemîr Mihemed Bîn Selman re hevdîtin pêk anî. Tê payîn ku îro Trump li Siûdiyê bi serokê Heyet Tehrîr El-Şam û serokê hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ahmed El-Şara re bicive.
Rojnamevan Aykan Sever, serdana Trump nirxand û diyar kir ku Trump di dema duyemîn a wezîfeyê de hinek gav avêtin lê bi ser neket. Sever diyar kir ku Trump neçar ma di şerê bazirganiyê yê li dijî Çînê ku di tarîfên gumrika xwe de diyar bû paşde gav bavêje û her wiha li Filistîn û Yemenê jî ne serkeftî ye û wiha got: “DYA li dijî Çînê negihaşt armanca xwe û ji bo niha paş ve gav avêtiye. Ji aliyekî din ve jî di van demên dawîn de Trump nekarî çareseriyekê ji doza Filistînê re der barê Rojhilata Navîn de bibîne û êrîşî Hûsiyên Yemenê kir lê bi ser neket û neçar ma ku danûstandinan bike. Bi vê perspektîfê rêwîtiya Trûmp a ji bo Rojhilata Navîn bi esasî dixwaze peyama 'însiyatîf bi min re ye' ragihîne . Di hevdîtinên bi Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî, Qatar û Erebîstana Siûdî de wê hîn bêhtir peymanên bazirganiyê bên îmzekirin.”
'TRÛMP SERMAYEYA EREBAN DIXWAZE'
Sever anî ziman ku armanca serdana Trûmp ew e ku sermayeya Ereban bikişîne DYA’yê ye û wiha got: “Dema Trump bû desthilatdar got ku 'Divê Erebîstana Siûdî bi qasî 1 trîlyon dolarî razemeniyê bike'. Ev serdan vegera wê bertîlê bû. Trump beriya niha jî balafireke serokdewletiyê weke diyarî ji Qatarê standibû. Ev li dijî dîplomasiya Amerîkayê ye. Trump dema ku dixwaze paytexta Ereban bikişîne cem xwe, li aliyê din jî dixwaze baweriyê ji nû ve bide. Lê belê ev ne hêsan e, ji ber ku welatên Ereb ên li herêmê ev demeke dirêj e baweriya xwe bi DYA’yê naynin. Bi taybetî dikare bê gotin ku pirsgirêka Fîlîstînê bandoreke mezin li vê baweriyê dike."
'COLANÎ GARANTIYÊ JI TRÛMP DIXWAZE'
Sever da zanîn ku hêzên navneteweyî wê nikaribin polîtîkayên xwe yên şer ên li Rojhilata Navîn hîn bêhtir mezin bikin û destnîşan kir ku Trump her çend bi rengekî sînordar be jî dibe ku pêvajoyên aştiyane bi pêş ve bibe û wiha axivî: “Nêzîkatiya erênî û teşwîqkar a li pêşberî danûstandinên di vê hefteyê de di navbera Ûkraynayê û Rûsyayê de bên kirin jî, pêwendiya xwe bi vê polîtîkayê re heye. Nîqaşên bi heman rengî ji bo Îranê jî derbas dibin. Danûstandinên enerjiya nukleerî ya dewam dike, hefteya bihurî li Omanê pêk hat. Tevî ku her du aliyan ragihandin ku hevdîtin erênî derbas bûye jî, heta ku Trump rê Îranê dîl negire, wê dest ji êrîşkariyê bernede. Ev rewş ji bo Sûriyeyê jî derbasdar e. Tê payîn ku îro Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ahmed El Şara (Colanî) bi Trump re civînekê li dar bixe. Colani ji Trump li misogeriyê digere. Hat ragihandin ku Serokkomar Erdogan ji bo rakirina ambargoya li ser Sûriyeyê daxwaz ji Trump kiriye. Amerîka û Îsraîl dixwazin Colanî di bin kontrola wan de bimîne. Naxwazin ew nêzî Erdogan bibe.”
KONGREYA PKK'Ê
Sever ku qala encamên gengaz ên biryarên di kongreyê de hatin dayin kir, ku PKK'ê weke "destpêkeke nû" îlan kir. Sever diyar kir ku DYA wê bixwaze encamên van biryaran ji bo xwe bi kar bîne û wiha got: “Piştî ku PKK çekan deyne, dibe ku feraseta neyînî ya Îsraîl ê li hemberî Tirkiyeyê biguhere. Ev rewş dikare aloziya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de kêm bike. Di dawiyê de, her çend Îsraîlê hin daxuyaniyên erênî li hemberî Kurdan dabin jî, yekser li dijî Tirkiyeyê neketiye nava lêgerîneke siyasî. Em dikarin bêjin ku li gel van geşedanan Îsraîl û Tirkiye hinekî nêzî hev bûne. Her çiqas Îsraîl carnan piştgiriyê bide daxwaza Kurdan ya federasyonê jî lê bi tu caran rasterast piştgirî nedaye Kurdan. Di wê baweriyê de me ku dê li gor berjewendiyên xwe tevbigerin.”
MA / Esra Solîn Dal