ENQERE - Serokê Weqfa Çandê ya Anatolyayê ya Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez, got ku divê hemû derdorên civakî li komisyona meclisê bên guhdarîkirin û pêvajo li ser esasekî hiqûqî bê rûniştandin.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hat avakirin, xebatên xwe didomîne. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşniyaz kir ku komîsyon ji gelek aliyên peywendîdar kesan guhdar bike. Ji wan saziyan yek jê jî Weqfa Çandê ya Anatolyayê ya Haci Bektaş e.
Serokê Weqfê Ercan Geçmez, li ser xebatên komîsyonê û çareseriya gengaz a pirsgirêka kurd axivî. Geçmez diyar kir ku çareseriyeke demokratîk lihevkirina civakî hewce dike û amadebûna xwe ya ji bo tevkariya li pêvajoyê anî ziman.
'HEVRÛBÛNA CIVAKÎ'
Geçmez girîngiya vexwendina elewiyan ji bo komîsyonê anî ziman. Geçmez destnîşan kir ku elewî bi berdewamî li dijî gotinên nefretê yên li dijî "yên din" derketine û got: "Elewî diyar kirine ku ev ziman dê aştiyê neyne Tirkiyeyê û di heman demê de dê pirsgirêkên wê girantir bike û zirarê bide etnîsîte û avaniyên olî yên din ên li Tirkiyeyê. Di vî warî de, ez girîng dibînim ku elewî ji bo vê komîsyonê hatine vexwendin."
Geçmez destnîşan kir ku divê komîsyonên heqîqetê bên avakirin û got: "Divê hevrûbûna civakî gengaz be û ev yek divê li ser bingeheke qanûnî û destûrî be. 'Aştîyek' li ser bingeha sentezeke Tirk-Îslamî dê aştiyê neyne Tirkiyeyê. Divê pêvajoyeke aştiyê ku dikare cihêrengiya Tirkiyeyê bigire nav xwe bi awayekî cidî were vegotin û berfirehkirin. Ger ev neyê berfirehkirin û di zimanê siyasetmedaran û komîsyonê de neyê xuyangkirin, dibe ku di dawiya vê komisyonê de ji aştiyê wêdetir, jinûve zimanê nefretê rû bide."
‘DIVÊ DEWLET GAV BAVÊJE'
Geçmez behsa daxwazên elewiyan ên der barê komîsyonê de kir û got ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê guh li beşên cuda yên civakê bê kirin. Geçmez diyar kir ku bêyî şêwirîna bi akademîsyen, siyasetmedarên kurd, rojnamevan, nivîskar, elewiyan û malbatên bi zorê koçber bûne, çareseriyek mayînde nayê bidestxistin. Geçmez got: "Şewitandina sembolîk a çekan girîng û hêja bû. Lêbelê, divê dewlet niha di vî warî de gav bavêje. Mînak, divê hin malbatên cerdevanan bên bêçekkirin. Divê deverên niştecihbûnê yên malbatên bi zorê koçber bûne ji wan re werin veqetandin. Divê Madimak veguhere muzexaneyek şermê. Divê Cemxane ku yek ji daxwazên herî mafdar ên elewiyan e, tavilê wekî cihên îbadetê werin ragihandin. Divê dozên mîna yên Çorum, Sêwas, Mereş, Meletî, Pirsûs û Roboskî ji nû ve werin vekirin. Divê were ragihandin ku ji bo sûcên li dijî mirovahiyê demborî tune ye û mînak, kujerên Madimakê ku serokkomar bi karanîna karbidestiya xwe ew efû kirin, nayên efûkirin. Divê guhertina navan were vegerandin. Ev hemû dê bingeheke civakî ya cidî ji bo vê komîsyonê deyne. Ez bawer dikim ku bi vê bingehê, bi rastî dê li Tirkiyeyê aştî were damezrandin."
Geçmez destnîşan kir ku aştiya herî xirab jî ji şerê herî baş çêtir e û got ku divê hemû kesên di komisyonê de bên guhdarîkirin.