Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin

  • rojane
  • 16:29 26 Tebax 2025
  • |
img

ENQERE - Tehliyeya Mehmet Mehdî Ataca ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye, bi hinceta “ji bo entegrebûnê amade nîne” ji bo 6 mehan hate taloqkirin. 

 
Mehmet Mehdî Ataca li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Alîaga ya Şakranê tê ragirtin û zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye. Ji bo berdana bişert a Ataca 4 roj mabûn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê tehliyeya wî ji bo 6 mehan taloq kir. Ataca, ji sala 1995’an heta niha girtî ye û ji sala 2012’an heta niha jî li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin. Tehliyeya Ataca, bi îdiaya “poşman xuya nake û ji bo entegrebûna civakê amade nîne” hate taloqkirin. 
 
‘EM QEBÛL NAKIN’  
 
Kurê Ataca, Ozan Ataca bertek nîşanî biryarê da û got ew ê van sepanên dij-demokratîk qebûl nekin. Ataca, got: “Em piştgiriyê didin bavê min. Em ê li dijî biryarê îtîrazê bikin. Azadiya bavê min bi awayekî keyfî û derhiqûqî hatiye xespkirin. Ev biryar, hewldana cezakirina têkoşîna jiyanê ya 30 sala ye. Banga me ji bo tevahiya raya giştî ya demokratîk, parastvanên mafên mirovan û her kesê xwedî wijdan ew e ku li dijî vê bêedaletiya mezin dengê xwe derxînin. Ev sepana li dijî mafên mirovan, hiqûq û wijdanê, yek ji wan rêbazan e ku girtîgeh veguherandiye îşkencexaneyê. Em baş dizanin ku ev biryar ji bo teslîmgirtina girtiyan û bêzarkirina malbatan tên dayin. Lêbelê divê bizanin ku ne berxwedêrên zindanan ne jî em dê serî netewînin. Em careke din bang dikin; li dijî vê keyfiyetê û derhiqûqtiyê bêdeng nemînin. Bila ev sepanên keyfî bên bidawîkirin û hemû girtiyên mafê wan ê tehliyeyê hatiye xespkirin bên berdan.” 
 
XIST ROJEVA MECLISÊ   
 
Wekîla DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu jî li ser astengkirina tehliyeya Ataca, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da. Di serlêdanê de hate gotin ku biryarên ÎGK’ê li dijî xala 2’yemîn a Destûra Bingehîn ku rêgeza dewleta hiqûqê vedibêje, xala 19’emîn a mafê azadî û ewlehiya şexs diparêze û xala 36’emîn a mafê darizandina adilane vedibêje ye. Hat gotin ku biryar bi awayekî razber, keyfî û îdeolojîk tên dayin û ev jî binpêkirina sînorên Destûra Bingehîn e. 
 
Bi domdarî di serlêdanê de xalên 5’emîn û 6’emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hate bibîrxistin û hate gotin ku astengkirina tehliyeyan ên bi hincetên razber ên weke “poşmantiyê” binpêkirina mafê azadiyê ye. Di serlêdanê de hate xwestin ku dosyaya Ataca tavilê were lêkolînkirin, dosyayên hikûmxwarên di heman rengê de ber çavan bên derbaskirin û biryarên keyfî yên ÎGK’ê bên bidawîkirin. 
 
MA / Firat Can Arslan
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

31/08/2025
14:01 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
13:53 NY’ê ji bo Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand
12:51 Kolombiyayê îxrackirina komirê ya ji Îsraîlê re bi temamî qedexe kir
12:50 Civaknasê Amerîkayî Calhoun piştgirî da pêvajoyê
12:05 Li Sûriyeyê 800 kesayetan ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan
12:05 Ji bo ‘Meşa Aştiyê’ ya li Agiriyê banga tevlibûnê
11:46 Akademîsyen Berwarî: Iraq di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin
11:07 Mazlum Ebdî: Sûriye dê nebe Sûriyeya beriya 2011’an
10:56 Li ser X’ê hashtag a #RojinİçinYargıYolunuAçın hate vekirin
10:47 Hamasê mirina Muhammed Sînwar piştrast kir
10:44 Redkarên wijdanî ji bo komîsyon li wan guhdarî bike serlêdan kirin
10:03 ‘Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin’
09:45 Hejmara 131’emîn a kovara Jinê derket
09:36 Guzel ê piştî 33 salan hate berdan: Divê Komîsyon erka xwe pêk bîne
09:12 Daxwaza Komeleya Lêkolînên Kurdî: Ji Kurdî re statu, perwerdeya bi Kurdî
09:00 Qeydên ANKA-DER’ê dest pê kirin
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN
30/08/2025
17:01 Li Qamişloyê panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve’
16:40 Meclisa Ziman a Konseya Bajêr rêveberiya xwe diyar kir
16:20 Rêveberiya Nûnertiya TUAY-DER a Êlihê diyar bû
16:11 Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
16:06 Daxwaza edaletê ya xizmên windayan didome
16:04 Roja Windakirinên Bi Zorê: Ji ÎHD’ê 10 daxwaz
15:51 Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
15:42 Ji bo girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Emîn Aladag daxwaza berdanê
15:33 Li daristanên Westanê şewat derket
15:24 Bafil Talebanî bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî
15:07 Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
14:02 Li Kerboranê agir bi daristanê ket
13:47 Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn
13:23 Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e
13:22 Bi girtiyan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin
13:17 Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbolê diyar bû
12:46 Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn: Em ê piştgriyeke mezin bidin pêvajoyê
12:45 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 39 çete hatin girtin
12:43 Piştî hat berdan bi 7 mehan jiyana xwe ji dest da
12:38 Banga meşa 1'ê Îlonê ya Amedê
11:53 Endamê Komîsyonê Ekmen: Demokrasî û edaletê baweriya bi pêvajoyê xurt bike
11:38 Li Rihayê mirineke biguman
11:07 Li Behra Reş gund bi gund civînên pêvajoyê: Fikar û pêşniyar bi Ocalan re hate parvekirin
10:07 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Em bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin
09:44 Şaredariya Erdîşê tevî deynan jî xizmeta ji bo gel paşguh nake
09:39 Birca dîrokî ji gel re girtî ye
09:26 Parêzer Akin: Tecrîd didome, bendewariya gel gavên berbiçav e
09:12 ‘Berdana girtiyên nexweş gava herî berbiçav a ji bo aştiyê ye'
09:03 Ji ESP'ê xebata civakîkirina pêvajoyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2025'AN
08:51 Li Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon
08:36 Li Rihayê navçe bi navçe xebatên ji bo 1’ê Îlonê didomin
29/08/2025
21:01 Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin
20:59 Li Şirnexê ferzkirina sîxurtiyê ya li xwendekaran hat protestokirin
16:26 Li Silêmaniyê helîkopterek kete xwarê
16:25 Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
16:24 Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
16:05 Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
15:23 Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin
14:53 Dogrudemîr piştî 30 salan hate berdan: Em ê ji banga Ocalan re bibin bersiv
14:36 SOHR: Li Siwêdayê hejmara miriyan gihîşt 2 hezaran
14:12 NY: Di 8 mehan de li Îranê 841 kes hatin darvekirin
14:05 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Pêşniyarên tên kirin ji bo me biqîmet in
13:59 Sekreterê Giştî yê NY’ê ji bo Xezeyê Îsraîl hişyar kir
13:50 Îsraîlê ‘agirbesta’ li Xezeyê bi dawî kir
13:38 Sergardiyanê Girtîgeha Dumluyê êrişî girtiyan kir
12:50 DBP’ê têkildarî êrişa li Nîgdeyê daxuyanî da
12:32 ‘Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat’ di roja 3’yan de didome
12:20 Di êrişa li dijî karkerê Kurd de şaredarê MHP’î xwest mudaxileyê girtenameyê bike
11:49 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê
10:34 Banga 1’ê Îlonê: Ji bo daxwaza demokrasiyê em li Kadikoyê li benda we ne
10:23 Êdî bazar jî gelek biha ye
10:17 Ekîn Yeter Moray: Divê komîsyon guh bide Abdullah Ocalan
10:14 'Neqebûlkirina ziman, neqebûlkirina aştiyê ye'
10:03 Ocalan: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne
09:50 Bernameya 1’ê Îlonê ya Êlihê diyar bû
09:43 Li Basayê bîra sondajê ya nû tê vekirin: Texrîbat dê zêdetir bibe
09:08 Serokê Giştî yê PSAKD'ê: Ji bo aştiyeke rast divê Ocalan serbest bê berdan
09:07 Ji komîsyonê re ragihandin: Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:03 Belgefîlma bîra berxwedêr: Bîra Sûrê
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2025’AN
08:45 Nîjadperestan li Nîgdeyê êrişî karkerên Kurd kirin
28/08/2025
17:23 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:14 SOHR: Hîkûmeta Demkî 95 Durzî qetil kir
16:05 Salih Muslim: Rojava dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe projeya aştiyê
15:24 Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 ‘Êrişkirina goran, bêwijdanî ye’
14:28 Bafil Talabanî: Ji bo cîhaneke demokratîk divê em bi hev re bixebitin
14:23 TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
13:48 Dengbêj Eda Mehdo bi stranan xwe ve hate definkirin
13:48 Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
13:44 Arinç: Divê mafê hêviyê teqez bê cibîcîkirin
12:19 Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da
12:16 TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne
12:08 DFG’ê rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr anî
11:24 Îsraîlê li Şamê operasyona bejahî kir
11:17 Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 10 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
11:11 Serokên Meclisê yên berê tev li civîna komîsyonê bûn
11:07 Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û DYA’yê de li ser çi hate axaftin?
10:58 Trump civîna ‘Xezeyê’ li dar xist
10:43 Şahidê nîvsedsalê Aykol: Tişta ku îro li ser maseyê, çîroka ji duh ber bi îro ve hatiye veguhestin e
10:20 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:02 Kursên Kurdî dest pê dikin