STENBOL - Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan, diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê li komeleyên ser ziman xebatan dimeşîne guhdarî bike û got: “Daxwaza me statuya Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê ye.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê di nava hefteyê de cara 6’emîn û 7’emîn civiya. Di civînên komîsyonê de li serokên meclisê yên berê û serokên baroyan hate guhdarîkirin. Hefteya pêş jî dê li karsaz û sendîkayan were guhdarîkirin.
Yek ji saziya ku DEM Partiyê dixwest lê were guhdarîkirin jî Komeleya Lêkolînên Kurdî ye. Heke sazî were vexwendin, dê daxwazên xwe yên têkildarî Kurdî bînin ziman. Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ku di 18’ê Nîsana 1992’yan de li Stenbolê hate avakirin, di sala 2016’an de bi KHK’ê hate girtin. Bi girtina enstîtuyê re xebatkarên wê û dilxwazên wê Komeleya Lêkolînên Kurdî ava kirin. Ji wê rojê heta niha jî di qada Kurdî de xebatên akademîk dike.
DAXWAZÊN KOMELEYÊ
Hevseroka komeleyê Remziye Alparslan, diyar kir ku girîng e ku komîsyon li wan guhdarî bike û heke gazî wan were kirin ew ê daxwazên ji bo Kurdî bînin ziman. Remziya Alparslanê, da zanîn ku zêdetirî 30 sal in di qada Kurdî de xebatan dikin û got: “Li vir bîrek heye. Ji bo hînkirin, pêşxistin û parastina ziman li vir kurs û atolye tê dayin. Em, materyalên bi Kurdî amade dikin û belav dikin.”
Bi domdarî Remziye Alparslanê got ku di lîsteya DEM Partiyê xwestiye lê were guhdarîkirin hemû saziyên di qada zimanê Kurdî de hene û wiha got: “Pêwendiyên me bi saziyên zimanê Kurdî re hene. Ev sazî jixwe daxwazên xwe yên ji bo Kurdî tînin ziman. Xebatên wan di vê çarçoveyê de ne. Em jî dê tiştên saziyên ziman dixwazin bibêjin dê ji komîsyonê re vebêjin.”
Remziye Alparslan, axaftina xwe wiha domand: “Daxwazên Kurdan diyar in; ji bo Kurdî statu, perwerdeya bi Kurdî. Em dixwazin Kurdî êdî fermî be. Divê guherînên qanûnî bên kirin. Mesela, di xala 42’yemîn a destûra bingehîn de dibêje ‘Ji bilî Tirkî bi tu zimanên din li sazyên perwede û hînkirinê weke zimanê dayikê yê hemwelatiyên Tirk nayê dayin û hînkirin.’ Em dixwazin li şûna vê xaleke demokratîktir hebe. Lê ev di carekê de çênabe. Divê di qanûnan de guhertin bên kirin. Ji ber ku ev qanûn li pêşiya mafan asteng in. Ev qanûn, qanûnên nîjadperest in. Li ser nasnameya Tirk hatine avakirin û gelên din tune dihesibîne. Em dixwazin ev xal bên rakirin.”
ŞERTÊ XWESERIYÊ YÊ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ
Bi domdarî Alparslan anî ziman ku divê qadên tenduristî û perwerdeyê pirzimanî bin û wiha pê de çû: “Li cîhanê gelek mînakên vê hene. Ev pêvajo dê gav bi gav pêş bikeve û mekanîzma bên avakirin. Divê Kurdî û zimanên din êdî li Meclisê weke ‘zimanê nayê zanîn’ neyê nivîsandin. Divê rêveberiyên herêmî bên xurtkirin û Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî ya EWropayê bikeve meriyetê. Ev yek, di heman demê de dê barê rêveberiya navendî jî sivik bike. Dê hêza rêveberiyên herêmî zêde bibe û dê xebatan nav xwe de birêxistin bikin û birêve bibin.”
‘DIVÊ PIRZIMANÎ WERE QEBÛLKIRIN’
Remziye Alparslan, destnîşan kir ku divê pirzimanî were qebûlkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Sendîkayên tenduristiyê, sendîkayên perwerdeyê, xebatên saziyên Kurdî yên di vê qadê de hene. Qebûlkirina pirdengiyê bes dike. Divê nêzikatiya ‘Em çi bixwazin dê wê bikin’ tune be. Divê komîsyon guh bide saziyên tev li komîsyonê dibin. Bila bi nêzikatiya ‘Me li her kesî guhdarî kir, xelas bû, heman tiştî bidomînin’ nêz nebin. Heke di pêvajoyê de jidil û micid bin, ev pêvajo dê ji bo her kesî pir baş bibe.”
MA / Omer Îbrahîmoglû