STENBOL - Şendogan Yazici, diyar kir ku ji bo pêşerojeke bêşer ji çekê re gotiye “Na” û got: “Em dixwazin pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkeşî komîsyonê bikin. Heke dengê wijdanê bêdeng bikin, dê rêya aştiyê bixitime.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, li nêrîn û pêşniyarên derdorên cuda guhdarî dike. Redkarên wijdanî jî dixwazin komîsyon li wan guhdarî bike. Ji redkarên wijdanî Yavuz Atan û Şendogan Yazici, ji bo komîsyon li wan guhdarî bike di 24’ê Tebaxê de serlêdan kirin.
LI TIRKIYEYÊ 450 REDKARÊN WIJDANÎ HENE
Şendogan Yazici (51), diyar kir ku li Tirkiyeyê nêzî 450 redkarên wijdanî hene. Yazici, di sala 2010’an de li Mala Artêşê ya Harbiyeyê ya Stenbolê biryara xwe ya redkariya wijdanî ragihand. Heta niha 15 doz lê hatine vekirin, 5 meh û 18 roj cezayê hefsê û 36 hezar û 500 TL jî cezayê pereyan lê hatiye birîn.
Şendogan Yazici, têkildarî sedemên serlêdanê ji ajansa me re axivî.
TÊKOŞÎNEKE LI DIJÎ ŞER
Yazici, da zanîn ku tevgera redkariya wijdanî ya li Tirkiyeyê weke parçeyeke têkoşîna li dijî şer a cîhanê pêş ketiye û got: “Bi sedan kesan bi gotina ‘ez leşkeriyê nakim’ seknekî wêrek nîşan dan. Bi sala ye li eywanên dagehê û korîdorên girtîgehan gotina me olan dide. Em dixwazin niha jî li Meclisê bibêjin. Tirkiye yek ji wan welatan e ku mafê redkariya wijdanî bi awayekî yasayî nas nake.”
'ME TERKÎ MIRINÊ DIKIN’
Yazici, bal kişand ser pirsgirêkên redkarên wijdanî dijîn û wiha pê de çû: “Heke gotin di cih de be terkî mirina sivîl dikin. Nikarin di karekî bisîgorte de bixebitin. Kesên kar didin wan jî gefa girtinê lê tê xwarin. Ji mafên xwe yên sosyal bêpar in. Di dema kontrolan de jî polîs cezayê hefsê lê dibirin û ev girtek vediguherin dozên cezayê. Ji neçarî em nikarin biçin bigerin û li hotêlên nasnameyê dixwazin bimînin. Ji ber pereyê cezayan nayê dayin, hesabên bankan jî tên blokekirin. Ji neçarî em mûçeyên xwe li ser hin kesên din digirin. Nikarin krediyê bikişînin û kirariyên vîzeyê bikin.”
'CIHÊKARÎ TÊ KIRIN’
Yazici, da zanîn ku cihêkarî polîtîkayên zextê kiriye ku redkarên wijdanî di nava civakê de xuya nekin û axaftina xwe wiha doand: “Mafê xebatê û azadiya geriyanê tê astengkirin. Em dikarin bibêjin mirineke sivîl ferz dikin. Divê ev derhiqûqtiya li dijî redkarên wijdanî bi dawî bibe. Ev jî bi sererastkirineke qanûnî dikare were kirin. Mafên mirovan ên navneteweyî û biryarên DMME’yê naskirina vî mafî ferz dike. Di destûra bingehîn de jî tu hukmekî vî mafî red dike tune ye. Konseya Ewropayê jî bi sala ye di vê mijarê de gavên şênber ji Tirkiyeyê dixwaze. Bi kurtasî çareserî, di destê îradeya siyasî de ye.”
‘HEKE DENGÊ WIJDANÎ WERE QUTKIRIN DÊ RÊYA AŞTIYÊ BIXITIME’
Yazici, bal kişand ser komîsyona li Meclisê û axaftina xwe wiha qedand: “Komîsyoneke bi dirûşma ‘Xwişk-biratî û demokrasiyê’ derketî rê, heta mafê kesên dibêjin ‘ez kuştinê red dikim’ neparêze, mirov nikare qala aştiyeke mayinde bike. Divê komîsyon li daxwazên redkarên wijdanî guhdarî bike. Em amade ne ku pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkeş bikin. Weke kesên ji çekê re gotin ‘Na’, em dixwazin pêşerojeke azad û bêçek pêşkeşî zarokên xwe bikin. Heke bi rastî jî daxwaza bêdengbûna çekan û aştî be, wê demê divê êdî dengê kesên dibêjin ‘wijdana min rê nade, çûna leşkeriyê red dikim’ were bihîstin. Divê neyê jibîrkirin ku dema wijdan bêdeng bû, dê rêya aştiyê jî bixitime.”
MA / Esra Solîn Dal