* Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmedê diyar kir ku jin ne tenê qurbaniyên şerên hegemonîk ên mêrekî ne, ew yên şerên hegemonîk jî ne û got: "Jin bi qasî ku karibin xwe birêxistin bikin dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê, banga me ji bo hemû jinan ew e ku di çarçoveya xweparastinê de xwe birêxistin bikin."
* Di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim" de ku du meh li dû xwe hiştin, bi çalakiyên curbicur bi sedan kesayet û saziyên navneteweyî yên naskirî, doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin.
* Nivîskar Murat Mihçi diyar kir ku ger bi komkujiya 6-7'ê Îlonê re hevrûbûn çênebe, dibe ku gelên ku wekî "yên din" tên dîtin rojekê bibin hedef û got ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan firsendeke baş e ji bo hevrûbûna bi van êşan re.
* MKG û DFG'ê dê 6'ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad bi çalakiyên curbicur pêşwazî bike. Endama Lijneya Rêveberi a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel û Hevseroka DFG'ê Kesîra Onelê banga beşdariya li çalakiya ku dê hunermend Kasim Taşdogan derkeve ser dikê, kirin.
* Şaredariya Tatosê di bin navê xebatên pirzimaniyê de, gelek deverên bajêr bi wêneyên dengbêjan xemiland.
* Karkerên çandiniyê yên ku li Nîgdeyê bi êrişeke nijadperest re rû bi rû man, diyar kirin ku di êrişê de hat xwestin hemû kesên li wir bên qetilkirin û li dijî vê banga edaletê kirin.
* Li Daristana Bajar a Karadagê ya li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin.
* Koma Înîsiyatîfa Muzeya Hafizeyê ya Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê dê li pêşiya Girtîgeha Hejmar 5’ê daxuyaniyê bide. (12.00)
* Şaxa ÎHD’a Şirnexê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê parve bike. (15.00)