Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin

img
AMED - Karkerên çandiniyê yên ku li Nîgdeyê bi êrişeke nijadperest re rû bi rû man, diyar kirin ku di êrişê de hatiye xwestin hemû kesên li wir bên kuştin û li dijî vê banga edaletê kirin. 
 
Karkerên demsalî yên ku ji navçeya Sêwereg a Rihayê çûn bajaroka Çukurkuyu ya navçeya Bor a Nîgdeyê, di 28'ê Tebaxê de bi êrişeke nijadperest re rû bi rû man. Ji 24 karkerên ku êrişî wan hat kirin, Orhan Îdîlkurt (19), piştî gulebaranê bi giranî birîndar bû. Îdîlkurt ku bi sê guleyan birîndar bû, li qamyonekê hat siwarkirin û ji cihê bûyerê hat dûrxistin. Paşê Îdîlkurt, bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nîgdeyê hat kirin.
 
Piştî 3 rojên dermankirinê, Îdîlkurt ji ber ku li nexweşxaneya Nîgdeyê beşa ortopediyê tune ye, birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dermankirina Îdîlkurt li vir didome.
 
Xizmên Îdîlkurt ên ku li ber nexweşxaneya ku lê tê dermankirin in, diyar kirin ku êrişkaran hewl daye wan bikujin û xwestin ku berpirsiyarên êrişa nijadperest hesab bidin.
 
‘TELEFONÎ GUND KIR ÇEK XWEST'
 
Alî Îdîlkurt (26), behsa êrişa ku birayê wî tê de bi giranî birîndar bû, kir. Îdîlkurt anî ziman ku piştî TIR'a barê wê firingî di heriyê de maye, xeber dane xwediyê zeviyê Cemal Ozer ku bi traktorê tirê ji nava heriyê derxîne. Îdîlkurt got ku gava Ozer hatiye wir heqaret li wan kiriye û got: "Piştî ku êrişî me kir, telefonî gund kir û çek xwest. Dema ku me fêm kir ku rewş dê xirabtir bibe, me hewl da ku em derkevin û vegerin cihê ku konên me lê ne. Nehiştin em ji nava zeviyê derkevin. Piştî ku rêya me girtin, ew li pey me hatin û dest bi gulebaranê kirin. Êriş heta piştî ku em birîndar bûn jî berdewam kirin. Birayê min di wesayitê de bû û nikaribû derkeve. Ew di rewşeke bêparastinê de bû. Ji mesafeyeke 3 metreyî gelek caran gule li wî reşandin. Ger me ew nerawestanda, dibûya em hemû bihatana kuştin. Her kes dizane ku dê kes bi saxî nefilitiyana."
 
Îdîlkurt diyar kir ku piştî êrişê wan bi derfetê xwe birayê xwe yê birîndar ji cihê bûyerê dûr xistiye û nîv saet piştî bûyerê cendirme gihîştine wir. Îdîlkurt destnîşan kir ku hewl tê dayîn ku ser êrişa nijadperest were nixumandin û wekî bûyereke piçûk were nîşandan. Îdîlkurt bi bîr xist ku di dema îfadeyê de, şaredarê MHP'î hewl daye ku mudaxeleyî zabitan bike û çekê wekî kurusikiyê tomar bike. Îdîlkurt nerazîbûna xwe ya li hember vê yekê nîşan da û got ku sedema êrişê bêcezatî ye. Îdîlkurt xwest ku berpirsiyar werin darizandin.
 
Abdullah Dagacar (39), apê Orhan Îdîlkurt ê ku bi êrişê re rû bi rû ma, diyar kir ku xwediyê zeviyê bi niyeta kuştinê êrişî biraziyê wî kiriye û got: "Zarokên ku li zeviyê dixebitin fêm kirin ku ew ê bên kuştin û hewl dan birevin. Dema ku ew direviyan, komeke ji nêzîkî 100 kesan pêkhatî rêya wan girtin. Xwediyê zeviyê ji mesefayeke nêzîkî 3 metreyan gule li biraziyê min reşand. Sê gule li wî ketin. Heta niha di gelek emeliyatan re derbas bûye." 
 
‘HEWL DAN ME BIKUJIN'’
 
Dagacar destnîşan kir ku êrişa li dijî wan nijadperest bûye û got: "Ev êrişa li dijî me êrişeke nijadperest bû. Ev nijadperestî û zilm e. Ev ne tiştekî nû ye; ev sed sal e vê zilmê li me dikin. Em dixwazin werin parastin. Em naxwazin karker bi vî rengî werin kuştin. Ew hewl didin ku vê yekê wekî meseleyeke di navbera kardêr û karmendan de nîşan bidin. Lê ev ne rast e. Ev ne cara yekem e û êrişên bi vî rengî her sal diqewimin. Em naxwazin ku ev êriş mîna yên din werin veşartin. Divê her kes, bêyî ku partiya wî ya siyasî çi be, ji vê mijarê haydar be û vê dozê biparêze. Em dixwazin ku yên ku ev yek bi me kirin li bara darazê hesab bidin. Em diçin wir û bi pereyekî kêm dixebitin, lê ew zilmê li me dikin. Kes dengê me nabihîze. Ev êriş, êrişeke faşîst e. Wan hewl neda ku me bitirsînin; wan hewl da ku me bikujin."
 
MA / Şîrv​an Şîlan Çîl

Sernavên din

05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin